Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê, li hemberî biryara gelê Kurd a ji bo meşandina karên xwe bi xwe, dibêje ‘Ez dewlet im, ez ê her sûcî bikim, li gorî ti qanûnê tevnegerim, eger pêwîstiyê pê bibînim ez ê şer derxînim’. Her wiha KCK’ê ragihand ku li dijî vê rêveberiya faşîst, otorîter, kêfî û qirkirina çandê, gel bi vîna xwe ya demokratîk li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP’ê êrîşî vê vîna demokratîk a gel dike. Ya ku li Gimgimê, li Farqînê, li Geverê qewimî, ev e. Herî dawî berê êrîşên xwe da gelê Geverê ku li kolanan û bi lêdana qûşxaneyan polîtîkayên hikûmeta AKP’ê şermezar dikir. Ji ber vê êrîşê herî kêm sê kes hatin qetilkirin, bi dehan mirovên sivîl birîndar bûn. Xuya ye hikûmeta AKP’ê wê bi krîmînalîzekirina xwerêveberiyên gelê Kurd re êrîşên xwe bidomîne.”
Rêbazên 90’î bi kar tînin
KCK’ê da xuyakirin ku êrîşa li hemberî Geverê di roja li ser avabûna hikûmeteke nû ya hilbijartinê nîqaş dihat kirin de pêk hatiye û got, “Diyar e ev hikûmeta bê avakirin wê hikûmeteke şer be yan jî ji êrîş û şerê tê meşandin re bibe kirasek. Di bin navê ‘ewlekariya hilbijartinê’ de Tûgayên Komando yên Bolû û Kayseriyê ku di nava şerê qirêj ê salên 1990’î de cih girt, anîn Kurdistanê. Ev yek nîşan dide bê dixwazin hikûmeta hilbijartinê ji polîtîkayeke bi çi rengî re bikin xêlî. Ji niha ve derketiye holê ku wê zexteke giran li gelê Kurd were kirin. Di nava van şert û mercan de pêkhatina hilbijartineke adîl û wekhev ne pêkan e. Lewma AKP dixwaze bi sorkirina şer re zemînekê ji dewamkirina desthilatdariya xwe re biafirîne. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, êrîşa li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên AKP ji hikûmetê xist, tê vê wateyê. Zelal bûye ku ne ji bo pêkhatina hilbijartinê, ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe polîtîkayekê dimeşîne.”
Ne pêkan e hikûmeta hilbijartinê were gotin
“Di nava rewşeke bi vî rengî de gelo behsa kîjan hilbijartin, kîjan pêvajoya hilbijartinê û hikûmeta hilbijartinê dikare were kirin? Di demên asayî de, dikarîbû behsa hikûmetek hilbijartinê ya ji partiyên cuda, ku hukmê destûra bingehîn e, bihata kirin. Lê belê, ji hikûmeteke ku hînê di roja destpêkê de êrîşî gelê Kurdistanê, bi taybetî gelê Gever û Êlihê kiriye, ne pêkan e hikûmeta hilbijartinê were gotin. Cihgirtina yek du parlamenterên HDP’ê di nava vê hikûmeta hilbijartinê de, wê vê hikûmetê neke hikûmeteke hilbijartinê ya li gorî destûra bingehîn.”
Rojeva bingehîn ev e
Her wiha KCK’ê da xuyakirin ku ev têkoşîn berxwedana demokrasiyê ya gelên sivîl e û li hemberî vê rewşê, wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ew e ku der hal li her cihî dakevin meydan û kolanan, li cem gelê Geverê û gelê li cihên din rastî êrîşan tê cih bigirin û vê êrîşkariya dewletê bisekinînin. Daxuyanê bi vî rengî dewam kir: “Rojev û berpirsyariya yekane û bingehîn ev e. Ji bilî vê yekê destnîşankirina rojeveke din, bikaranîna enerjiyê ji bo rojeveke din, wê were wateya reva ji rojeva rastî. Ji ber vê yekê girîng e hemû hêzên demokrasiyê bikevin nava tevgerê û êrîşên li hemberî gelê Kurd ku rojeva lezgîn a Tirkiyeyê ye, bişikînin.
Di serî de gelê me yê Geverê li her cihê xwerêveberî hatiye îlankirin pêwîst e gelê me teqez derkeve kolanan, guh nede qedexeya derketina kolanan, nekevin malên xwe kolan û meydanan ji hêzên dagirker re nehêlin. Îlankirina xwerêveberiyê, xwe bi xwe rêvebirin mafê wan ê herî xwezayî ye. Pêwîst e gelê me mafê xwe yê rewa û xwezayî bi kar bîne. Mafê ti hêzan nîne êrîşî vê bike. Wê teqez îradeya berxwedana demokratîk û xwerêveberiya gelê me qezenc bike; mêtinkariya qirker a çandî, hegemonîk, otorîter, faşîst a AKP’ê wê winda bike.”
ANF/BEHDÎNAN