DENÎZ GAFUR / ROJNEWS/BIRADOST

Li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê havînan zarok jî li gel malbatên xwe diherin zozanan. Li wir zarok şivantiya berxikan dikin. Her zarokek berxikeke xwe ya taybet jî heye. Di navbera zarokan û berxikan de lihevkirin û jihêvfêmkirineke wisa heye ku ne gengaze ku ji derveyî wan kesek fêm bike.