
Rewşenbîrên ji başûrê Kurdistanê di bin sîwana Civata Rewşenbîrên Azad Yên Li Berlînê de tên cem hev. Li ser geşedanên dawî, şerê qirêj a dewleta Tirk û berxwedana li bakurê Kurdistanê de bîr û boçûnên xwe ji rojnameya me re anîn ziman. Rewşenbîran destnîşan kir ku misogerî û ewlekariya şoreşên parçeyên din yên Kurdistanê girêdayî Şoreşa Bakûrê Kurdistanê ye û bang li ser hêz û kesayetên Kurd kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Bakûr. Rewşenbîran nerînên xwe wiha anîn ziman:
Lêkolîner Ahmed Balayî (Lêkolîner-Nivîskar): „Ew kesên PKK’ê wek sedemê şer didin nîşan, divê guhdariya wijdanê xwe bikin. Dewleta Tirk hê jî dibêje ‘yek al, yek ziman û yek netew’, ji Kurdan re dibêje ‘teslîm bibin’. Li ti deverê, ti daxwazên Kurdan qebûl nakin. Heta bi mîtîngên HDP’ê jî bombe kirin û bi sedan mirov hatin kuştin. Ev 40 sal in PKK bi şer ji têk neçuye, niha jî hîç têknaçe. Niha li PKK sê parçeyên Kurdistanê têdikoşe, şoreşeke dîrokî li dar e. Divê her parçeyên Kurdistanê destekê bide şoreşa PKK’ê, dive em ji bîr nekin ku heta şoreşa Bakur bisernekeve ewlehî û misogeriya parçeyên din yên Kurdistanê jî mûmkûn nabe.
Beriya her tiştî divê mirov bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan bawer be, ew mêjiyeke dîrokî ye û di nav zindanên dijmin de jî her fikr û siyasetê diafirîne. Ji berxwedana zindanên Amedê, heta guleya yekê ku Egît teqandî û şoreşa Rojava tev de fikr û ramanên Ocalan in û heta niha di ti mewzî û çeperê de jî têkneçûye.“
‘Amade ji bo gel şer bikim’
Kurmanc Harikî (Nivîskar – Siyasetmedar): „Îro dijmin şerekî gemar li ser gelê me ferz kiriye. Ez bi hemû mal, şiyan, ser û halê xwe ve piştevaniyê li gelê xwe dikim. Gelkujiya dewleta Tirk rûreş dikim. Amade me wekî serbazek li nik gelê xwe bim û di parastina şoreşa Kurdistanê de cih bigirim.“
Xenî Şahbaz (Pêşmergeyê Kevin): „Bakur navenda miletê Kurd e. Berxwdana Bakur dê qedera gelê me diyar bike. Ez hêvîdar im ku ev şoreşa di bin serpereştiya PKK’ê de li dar e bigihije serkeftinê. Hêvîdar in Kurdên li parçeyên din bi taybetî jî Başûr dest bide birayên xwe û em bi serbilindî ji nav vê dojehê derkevin.“
Osman Rêkanî: „Gelê me bi tevkujiyan xelas nabe. Ez wisa dibînim ku hizra birêz Abdullah Ocalan kiriye serê vî xelkî tu car dernakeve. Ev dê heta serkeftinê berdewam bike. Em dinêrin jineke Kurd ku xwediya deh zarokane û gava zarokên wê şehîd dikevin, bi tilîliyan diçe ser cenaze û gorên zarokên xwe, ev şanazî ye ji bo hemû Kurdan. Divê Erdogan ji bîr neke ku Kurd êdî dev ji têkoşîna xwe bernadin heta bigijîne mafên xwe yên rewa. Divê parçeyên din bi her awayî piştgiriya şoreşa Bakur ve biçin. Eger Bakur bikeve û bişkê dê Kurdistan û Kurd tev de têkbiçin. Ez her mercî ve amade me û piştgiriya şoreşê dikim.“
‘Vîna gel nikare bê asteng kirin’
Siyabend Harikî (Siyasetmedar): „Ev şerekî sed salî ye, lê îro di bin serkêşiya dîktatorekî bi navê îslamê ve tê birêvebirin. Erdogan bila hêviya xwe ji serkeftinê qut bike, ti gel bi darê zorê nahetiye têkbirin. Ma nayê bîra wan ku di zindanên Amedê de li şûna her qamçiyên wan sorgulên şoreşê bişkivîn. Di wan mercan de jî nekarîn deng û qêrîna azadiyê bibirin, îro hîç nikarin. Gelê me ku mîna lehî rabûye ser piyan daxwaza jiyaneke azad, bi rûmet, bi ziman, çand û serbixwe dike, ti hêz nikare rê li ber bigire. Bes divêt hemû Kurdên dinyayê hevreng û hevdeng bin.“
Tariq Heso (Nivîskar): „Şoreşa gelê me yê Bakur jî silav dikim û piştgiriya wê dikim heta dawiyê. Ev şer li dijî hemû Kurdan hatiye destpêkirin, bila kes xwe nexapîne. Divê Kurd baş bizanin ku ev şerê man û nemanê ye. Ev şer ji bo me Kurdan merc e, divê em li ber xwe bidin, ji ber ku dijminên Kurdan ji çu zimanî fêm nakin. Kurd bi serkeftina Kobanê navekî mezin û bi şeref li cîhanê belavkirin. Eger ne ji PYD û YPG ê bûya û ew korîdor ji Şingalê nehatiba vekirin 200 hazar Kurdên Êzîdî yên hatîn rizgarkirin jî dê bi destê dijminan ve biçûna.“
Îbrahîm Spîndarî (Siyasetmedar): „Gelê me yê li Bakur îro mêjûya tevahiya dîroka Kurdistanê bi xwîn, bi reng, û bi dengê xwe dinivîsîne. Divê hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên cîhanê bi hemû şiyanên xwe ve piştevaniya vê şoreşê bikin. Ew serhildan û wêrekiya xelkê me yê li Cizîr, Amed û li deverên din bêwêne û bêemsal e. Ev şoreş ji Erdogan û dewleta Tirk re îspat kiriye ku têknaçe, serkeftina wê misoger e. Ez jî wek Kurdekî ji başûrê welêt bi hemû hêza xwe li ba gelê xwe û şoreşê me.“
Celîl Şahbaz (Siyasetmedar Lêkolîner): „Her şer du alî ye. Berdewama siyasetê ye, bi amrazên çekî tê meşandin. Aliyekî gelê Kurd e, Bakur e, xwedan heq e, hizr, bîr û îrade ye. Hikûmeteke îslamî faşîst li ser kar e. Eger şer nebe serkeftin ne pêkan e. Dijmin bi hemû hêz û şiyana xwe ve êrîş dike. Li Rojava dijmin e, li bakur, li başûr li her derê. Aliyê din jî xelkê Kurd çarenûsa xwe, mafê siyasî, çandî û wd dixwaze. Ev tundûtujî, ev şer şerekî barbarî ye, em li cem gelê xwe ne û serkeftin jî ya me ye.“
‘Em hemî Pêşmerge, YPG û PKK ne’
Ferset Îbrahîm: „Êrîş û operasyonên AKP ê û Erdoganî ya li dijî gelê me yê Bakur şermezar dikim. Bila ji bîr nekin ku gelê Kurd ne bi tank û topan, ne bi çekên wan û yên NATO yê jî xelas nabe. Me gelek caran li ber xwe daye, me serhildaye û ber singê dijminan girtiye. Rejîma Seddam, ya Îranê û ya Sûriyeyê jî vêya baş dizanin. Îradeya miletan ji ya dewletan û artêşan mezintir e. Bi sedhezar şehîdan miletê Kurd xelas nabe. Bila dijmin ji b îr neke ku em hemû pêşmerge ne, YPG ne û PKK ne. Hezar silav li şoreşa namûs û rûmetê.“
Îhsan Bedih: “Wekî Kurdekî bi dil, bi can û hemû hêza xwe li nik berxwedana bakurê Kurdistanê me. Dewletên rojava û hêzên mafên mirovan divê li hember vî şerê qirêj bêdeng neminînin. Kurd jî divê dest bidin hev û vê berxwedana payebilind bi pêş bixin.“
YEKO ARDIL / BERLÎN