Jinên Êzîdî: Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven. Heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û faşîzm were hilweşandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger di roja 80’yî de didome. Ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê hefteya bihurî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger hatibû destpêkirin. Hefteya destpêkê endamên PYD’ê çalakî dabûn destpêkirin û vê hefteyê jî endamên Meclîsa Jinên Êzîdî yên di bin banê TAJÊ de çalakî dewr girtin.

Jinên Êzîdî yên bi navê Cîhan Azîz, Qumrî Alkiş, Zerol Al, Fanûs Hesen, Zekiye Akan, Nûrê Alkiş û Songul Talay di çalakiyê de ne. Jinên Êzîdî piştî belavkirina belavok û agahdarkirina bi devkî, çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger a li Strasbourgê. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û çalakger Denîz Sûrgût jinên Êzîdî pêşwazî kirin.

Em dixwazin bibin dengê Leylayê

Nûrê Alkiş diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan kiriye û got,  “Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven. Em jinên Êzîdî heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û faşîzm were hilweşandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tecrîd di heman demê de li ser Şengalê û Rojava ye jî

Çalakger û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku ev tecrîd di heman demê de li ser Şengalê û Rojava ye jî û wiha peyivî; “Bi şikandina tecrîdê re wê statuya Rojava û Êzîdxanê çêbe û misoger bibe.”

30 sal in kurê xwe nedîtiye

Dayika  Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç  Mîhrîban Koç ya 88 salî jî ji bo piştgiriyê bide kurê xwe û berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne, li Stenbolê li nava konsolosxaneyan digere.

Mehrîban Koç diyar kir ku ev 30 sal in wê kurê xwe nedîtiye û wiha axivî: “Dema ku tecrîd bi dawî bû hesreta min jî wê bi dawî bibe. Wê bêhn bê ber her kesî û aştî wê çêbe. Heger îro nikarim kurê xwe bibînim, ev jî tecrîd e.

Xemsarî dikuje

Koç gilî û gazinên xwe kirin ji xemsariya desthilatdarî û meclîsê û got, “Her kêlî gelekî girîng e.” Wê xwest saziyên mafên mirovan û welatên Yekîtiya Ewrûpayê bikevin nava liv û tevgerê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN