Komîna Fîlman a Avrîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 5 belgefilmên li ser Berxwedana Serdemê nîşan dan.

Komîna Fîlman a Avrîn belgefilma bi navê ‘Du Derî’ piştî ku li kantonên Cizîr û Firatê nîşan dan, li bajarê Helebê jî nîşan dide.

Bi hevkariya Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo li taxa Şêxmeqsûd 5 rojan film hatin nîşandan. Gelek şêniyan li filman temaşe kir. Ji bilî Du Derî, belgefilmên hatî nîşandan Afirînerê Hêviyê, Zeytûna Sor a Dawî, Çavên Rêwî û Aras in.

Hevserokê Komîna Filman a Avrînê, Mihêdîn Arselen diyar kir ku piştî ku gelê Efrînê neçar ma ji welatê xwe derkeve, wan projeya çêkirina belgefîlman li ser Berxwedana Serdemê û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê sivîlan de bi rêya komkirina dîmenên berxwedana 58 rojan heta xwegihandina şêniyan a kantona Şehbayê, danîye ber xwe û dest bi çêkirina wan kiriye.

Tê payîn ku piştî Helebê, komîn filman bibe Şehbayê û li wir jî film werin pêşandan. 

 

ANHA / HELEB