Leyla Guvenê got, heta tecrîd bi temamî bişike ew ê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe ya aktîf bimeşîne û wiha nivîsî: "Berpirsiyariya vê yekê êdî li ser milê me ye ku em jî siyaseta demokratîk dimeşînin. Heger siyaset çareseriyê neafirîne, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne. Me hêvî kir û em bi ser ketin."
Doh parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê da znaîn ku muwekilê wan xwestiye ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bên bidawîkirin. Li ser vê di serî de pêşenga çalakiyê Hevseroka KCD´ê Leyla Guven, daxuyanî da û da zanîn ku wan çalakiya xwe bi dawî kiriye, lê belê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Parlamenterên HDP’ê yên li Amedê di greva birçîbûnê de piştî banga Ocalan, daxuyanî da û peyama Leyla Guven jî eşkere kir. Guven di daxuyaniyê diyar kir, ji îro û pê ve ew dawî li greva birçîbûnê tîne û got, “Ev têkoşîn divê bigihîje, aştiyeke bi rûmet.”
Piştî ku parêzerên Ocalan peyama Ocalan parve kir, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, a 201 roj bûn li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de bû bi rêya Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel ê ku bi xwe jî ji 8’ê Adarê ve di greva birçûbûnê de ye peyama xwe da parvekirin. Di dema xwendina peyamê de dayikên Laçik Spî, parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Dayikan tim û daîm dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” gotin.
Di peyama xwe de Guven got, “Îro tecrîda li vî welatî di kesayetiya Ocalan de li ser hemû civakê tê meşandin, beriya her tiştî rûreşiya hemû mirovahiyê ye. Lewma ez dikarim bibêjim ku şansê me yê herî mezin şoreşgeriya me ye. Ji ber ku tenê şoreşgerî dikare vê rûreşiyê ji holê rake.”
Hevrêyên aşiqên jiyanê
Leyla Guven got, wê bi îradeya xwe ya azad dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, û wiha dewam kir: “Îro em di vê greva birçûnê de ketine meha 7’an. Di serî de Nasir Yagiz û bi hezeran rêhevalên min ên di girtîgehan de ku di heman demê de rêhevalên wan kesan in ku gotine ´Em ji jiyanê ew qasî hez dikin ku di oxira wê de bimirin´, bi hêz û qeweteke mezin xwedî li vê çalakiyê derketin.
Berxwedana me ji Strasbourgê heta çar aliyê dinyayê belav bû û di vê pêvajoyê de 3 hevalên min ên parlamenter jî bi me re ev berxwedan mezin kir. Bi vî awayî ev çalakî veguherî saleke berxwedanê.
Di vê pêvajoyê de birçîbûnê canê me neêşand. Lê rêhavelên me yên ji bo ku jiyanê biparêzin xwe feda kirin, bi canê xwe ew bêdengî qelaştin, bi şehadetên xwe dilê me gelek êşandin. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar ve Ugur Şakar. Ew lehengên rasteqîn û xwediyên vê pêvajoyê ne. Ez her yekî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim.
Bi taybetî dixwazin rojiya mirinê ku 27 roje tê meşandin jî binîm ziman. 30 rêhevalên me yên di greva birçîbûnê de bûn, ev çalaki veguhirandin rojiya mirinê û li hemberî tecrîdê îradeyeke dîrokî û bêhempa nîşan dan.”
Me hêvî kir em bi ser ketin
Guven got, ji bo çareseriyê û ji bo aştiyeke bi rûmet, tekane muxateb Ocalan e û wiha peyivî: “Di 2’yê Gulanê de ji hevdîtina birêz Ocalan deklerasyonek û nexşerêyeke çareseriyê ya ji 7 xalan ji raya giştî re hate eşkerekirin û ev deklerasyon di heman demê de rola Ocalan ya demokratîzekirina Tirkiyeyê bi aweyekî eşkere nîşan dide.”
Leyla Guvenê got, heta tecrîd bi temamî bişike ew ê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe ya aktîf bimeşîne û wiha nivîsî: “Berpirsiyariya vê yekê êdî li ser milê me ye ku em jî siyaseta demokratîk dimeşînin. Heger siyaset çareseriyê neafirîne, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne. Ez soz didim ku ez ê bi vê berpirsyarî û ferasete, tevbigerim û ji îro şûn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikim. Greva me ya birçîbûnê gihîşte armanca xwe. Lê belê berxwedena me ya li hemberî tecrîdê û têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê di her qadê de bidome. Qonaxa ku divê ev têkoşîn bigihijê, aştiyeke bi rûmet e.”
Leyla Guvenê piştî ku malavahiya her kesê têkoşiyayî kir jî gotinên xwe wiha qedandin: “Hevî ji serketinê bi qîmettir e. Me hêvî kir û em bi ser ketin.”
Me tecrîd şikand
Piştî vê jî li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û got, “Em dawî li çalakiyên xwe yên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê tînin.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 16´ê Kanûnê bi 343 hepsiyan wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, 1´ê Adarê jî 2 hezar û 892 hepsiyên din dest bi çalakiyê kiriye û ji 30´ê Nîsanê ve jî çalakiya rojiya mirinê dest pê kiriye. Denîz Kaya jî şehadetên li hepsan bi bîr xistin û got, “Em careke din şehîdên leheng ku ji bo azadî û heqîqetê xwe feda kirine, bi bîr tînin û soz didin ku em ê her tim li bibîranîna wan xwedî derkevin.”
Kaya îşaret bi çalakiyên li Kurdistan û derveyî welêt ên li dijî tecrîdê kir, û nexasim jî behsa rola dayikên Laşik Spî di şikandina tecrîdê de kir.
Kaya got, di encama berxwedanê de helwêsta derveyî exlaq û hiqûqê hatiye şikandin û “Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk aniye.” Kaya li ser navê hepsiyan got, “Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya bangawaziya Rêber Apo de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê tînin.
Heta Kurdistaneke azad
Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê, Nasir Yagiz ku 187 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bû, li ser banga Ocalan do daxuyaniyek da û çalakiya xwe bi dawî kir. Yagiz got, “Têkoşîna me wê heta Kurdistaneke azad dewam bike.”
14 çalakgerên ku 161 rojan li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bûn jî doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan dawî li çalakiya xwe anîye. Ji çalakgeran Ferhat Sarikaya got, “Em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Me qonaxeke girîng a pêngava berxwedanê li pey xwe hişt.” Sarikaya şehîdên berxwedanê jî bi bîr xistin û got, “Van hevrêyan got, divê em êdî dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bînin û bi vî rengî gihîştin asta şehadetê.”
Bi heman rengî çalakgerên li berlînê, Îmam Şîş ê li Newportê û çalakgerên din jî li ser banga Ocalan da zanîn ku wan çalakiya xwe bi dawî kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN