Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi şîara ‘Faşîzm raweste! Ji Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî azadî’ bi dehhezaran Kurdistanî û Tirkiyeyî meşiyan; polîsê Elman êrîşî çalakiyê kir. Polîs doza hilnegirtina posterên Ocalan kir, Kurdstaniyan ev yek qebûl nekir û li dijî qedexeyê li ber xwe da. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û gelek hatin binçavkirin. Polîs di heman demê de êrîşî rojnamevanan kir ku dîmen û wêneyên êrîşê digirtin. Tevî êrîşan hemûyan jî girseyê posterên Ocalan hilgirtin. Tevî helwêsta provokatîf a polîs jî, aqlîselîmbûna girseyê û navbeynkariya komîteya amadekar kir ku pêşî li ber mezinbûna arîşeyê bê girtin.



Elmanya timî eynî bazarê dike

Manedar bû ku êrîşa polîsan wan kêliyan pêk hat ku wezîrê karê derve yê Elman Sigmar Gabriel li bajarê Tirkiyeyê Antalyayê bi wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re rûdinişt pêk hat û wêneyên wê jî di çapemeniyê de belav bûn. Jixwe qedexeya behsa wê tê kirin jî piştî ku roja înê Gabriel berê xwe da Tirkiyeyê ketibû dewrê.

Di serê de KCDK-E 43 rêxistinên Kurd, Tirk, Ermenî, Asûr-Kildanî û Elman destek dan çalakiya li Dusseldorfê, beriya çalakiyê tenê bi du rojan polîsê Elman da zanîn ku wî qedexe kiriye ku portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Kurdan bên hilgirtin. Li dijî vê yekê tevî ku pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin jî, jê encam nehat girtin.



Herçî Şemî bû, di serî de ji Elmanyayê, ji welatên Ewrûpî yên weke Fransa, Svîsre, Belçîka, Holanda û Awusturyayê Kurdistanî û Tirkiyeyî li Dusseldorfê civiyan.

Bi dehhezaran kesî ji milên sor û kesk û li pêşiya wan pankarata ‘No Pasaran (Em ê rê nedin)’ dest bi meşê kir. Di her du miha  de jî posterên Ocalan hatin hilgirtin ûş her du milên meşê li Breite Strasse gihan hev. Hingê polîs çalakger dan rawestandin. Polîs ketin û derketina rê ji her du aliayan ve girt. Çalakgeran guh neda polîs û bi israr posterên Ocalan hilgirtin. PÛolîs jî bi gaza îsotê, cop û mekîneyên mudaxeleyê yên ava bi şid êrîşî xwepêşandêran kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçavkirin.

Kurdistaniyan û nexasim jî ciwanên wan li dijî êrîşê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ li ber xwe da, alayeke mezion a PKK´ê hilgirt. 



Polîs êrîşî rojnamevanan kir

Polîs wekî din êrîş bire ser wan rojnamevanan ku êrîşa dijwar a polîs di şopand û dîmen û wêneyên wê digirt. Tevî êrîşên polîs jî Kurdistaniyan li ber xwe da û çalakiya xwe bi mîtînga li Heinrich-Heine Allee serketî bi dawî kir. Di mîtîngê de Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç helwêsta polîsê Elman şermezar kir, got, em ê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: “Dewleta Elman dîrektîfên Erdogan bi cih tîne, sembolên me qedexe dike û me asteng dike. Em ê vê qebûl nekin û heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Me serê xwe netewand û gihiştin a xwe, divê her kesê wisa bi vê bizane.”  Li ser navê TJK-E´yê jî Yildiz Filimci peyivî, got, “Îro li vir hevalên me yîn jin tevî zarokên xwe yên piçûk li ber xwe da. Em wan silav dikin û dixwazin berxwedana wan dewam bike.”  


Divê Elmanya nebe bendeyê fermanê

Parlamenterê federal ê Partiya Çep a Elman Andrej Hunko çalakger silav kirin û got, “Ez eşkere bibêjim, ev cihê şermê ye. Qedexekirina nîşandana van al û sembolan li Elmanyayê êdî cihê şermê ye. Nabe ku ev wisa be, nabe ku Elmanya bibe bendeyê fermanên Erdogan. Ji bo welêt ev şermek e.” 

Hunko got, êdî divê dawî li dîktatoriya Erdogan bê û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê divê demokratîkbûyîn pêk bê. Ji bo ku li Tirkiyeyê HDP ji nû ve karibe bixebite parlamenter,  Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, saredar bên berdan.” Hunko bal kişand ser pêwîstiya bi aştiyê li Tirkiyeyê jî û got, “Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê ji bo pêkkatina aştiyê faktorekî girîng e. Ji ber vê yekê divê li Elmanyayê ez bi xwe jî êdî qedexekirina nîşandana posterên Ocalan weke rewşeke mirov nikaribe xwe lê ragire bi nav dikim. Protestokirina vê rast e. Ev qedexe muhtemel e ku encama bazareke di navbera herdu hikûmetên de be. Ev bazar ne exlaqî ye. Li Elmanyayê divê ji bo tevgera Kurd azadiyeke mutleq a xwepêşandan, axivîn û xweîfadekirinê hebe.”


YENÎ OZGUR POLÎTÎKA/DUSSELDOF