Şahoz Hesen: Nêzîkatiyên partîtî, hişmendiya parçekirin, dijminatî û dijberiya berxwedanê, wê dijminahiya gelê Kurd bikin. Divê em hemû bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin.

MÛRADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO

Dewleta Tirk gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwerêveberiya xweser dixwe. Van gefxwarinan jî bi devê dîktatorê xwe Erdogan dike. Tekildarî gefên dewleta Tirk hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen axivî û got, “Hêzên navneteweyî ji rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar in.”

Şahoz Hesen destpêkê bal kişand ser tehdîd û gefên ku dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de li gelên Sûriyê dike û wiha axivî: “Dewleta Tirk destpêkê bi rêya komên çete êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dewleta Tirk, gefa êrişan dike li ser herêmên ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirî. Armanc, dagirkirina herêmê û di serî de gelê Kurd, tinekirin û qirkirina hemû gelan e. Armanca wan di şerê Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê de diyar bû. Gelê Kurd di Rojava yê Kurdistanê de têkoşîneke mezin kir ji bo sîstema Netewa Demokratîk. Êdî sîstema Netewa Demokratîk gihiştiye astekê ku ji aloziya Sûriyê re bûye çareseriyeke alternatîf. Di sîstema Netewa Demokratîk de hêviyên hemû gelan derdikevin holê. Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker, projeya Neteweya Demokratîk hedef girtiye.”

Erdogan ditirse DAIŞ tine bibe

Şahoz Hesen bal kişand ser pêngava Rizgarkirina Bagera Cizîrê û got, “DAIŞ’ê li Hecînê ber bi tinebûnê ve diçe. Erdogan ji dawîlêhatina DAIŞ’ ê ditirse. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê bi dest nexistî, eşkere pêk bîne.”

Şahoz Hesen diyar kir ku tekoşîna projeya Neteweya Demokratîk bi pêşengtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dewleta Tirk pûç kirine û wiha pêde çû: “Serketinên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji tevahiya cihanê re bû mînak. Armanca dewleta Tirk tinekirina projeya Neteweya Demokratîk e û ev yek li gorî planên hikûmeta Sûriyeyê jî ye. Hikûmeta Sûriyê jî dixwaze desthilatdariya xwe li ser herêmên rizgarkirî çêke. Ev jî paşerojek tarî ye. Pêwîst e hemû hêzên demokrat ên Sûriyê li hemberî planên dewleta Tirk hişyar bin û têbikoşin. Pûçkirina gefa êrişan, wê projeya Neteweya Demokratîk bi pêş bixe û wê xizmeta avakirina Sûriya demokratîk bike.”

Tehlûkeya DAIŞ´ên nû

Şahoz Hesen got, hêzên navneteweyî ji rewşa Sûriyê berpirsyar in û îşaret bi tehlûkeya derketina DAIŞ´ên nû kir: “Dewamkirina ve rewşê wê aloziya li Sûriyê kûrtir bike. Dewamkirina aloziyê û gefên Erdogan, li dijî hemû berjewendiyên dewletan in. Her wiha ev alozî wê DAIŞ’eke nû bi xwe re bide avakirin. Çawa ku aloziya Sûriyê rê li ber hebûna DAIŞ’ê vekir, niha jî dixwazin zemîna tinekirina hêzên demokratîk ava bikin û tevlîheviyeke mezin derxin holê. Divê Rûsya û Emerîka li dijî gef û planên Erdogan hesabên şaş nekin. Heger dubare hêzeke wekî DAIŞ’ê derkeve holê, ev ji bo Rûsya, Emerîka û hemû dewletên Ewrûpa jî xeterek e.”

Neteweya Demokratîk yekane rê ye

Hevserokê PYD´ê Şahoz Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên li Idlib, Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê de kom kirî li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne û wiha peyivî: “Çeteyên ku niha dixwazin aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin bi dewleta Tirk a dagirker ve giredayî ne. Em bi vê baş dizanin, lê bila cihan giştî jî zanibe. Hêzên ku dixwazin guhartinek li Sûriyê çêbe, divê Neteweya Demokratîk ji xwe re esas bigrin û piştgiriya wê bikin. Yên ku dijminatiya sîstema Neteweya Demokratîk dike, xizmeta dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyê dike. Mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bide.

Hemû dewletên navneteweyî bila baş zanibin ku yên li dijî DAIŞ´ê şer kirin û bi ser ketin, gelê herêmê û QSD bûn. Em zelal dibejin, heger di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de Neteweya Demokratîk cihê xwe negire paşeroja Sûriyê wê tarî, xeter û bitirs be.”

Berxwedan û yekîtî serketin e

Şahoz Hesen destnîşan kir ku li dijî wan gef û êrişên dewleta Tirk, yekane rêya serketinê berxwedan û yekîtiya gelê Kurd û gelan e û wiha axivî: “Nêzîkatiyên partîtî, hişmendiya parçekirin, dijminatî û dijberiya berxwedanê bikin, wê dijminahiya gelê Kurd bike. Ev nêzîkatî xizmeta dijmin dike.

Divê em hemû bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin. Berxwedana me hertim destketiyên nû bi xwe re tîne. Em ji xwe, hêz û vîna gelê xwe yê berxwedêr bawer dikin. Berxwedana me wê serketinên mezin ji bo Sûriyê hemûyî ava bike û dîrok wê vê isbat bike.”