Navenda Çapemeniya YPG’ê şerê dawî yên li Kantona Kobanê û Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê hat diyarkirin ku Berxwedana Kobanê bênavber didome û ketiye roja xwe ya 230’emîn . Di daxuyaniyî de encamên şer wiha hatin ragihandin: “ Hêzên me êrîş birin ser komên çete yên ku li girê Mirabba yê başûre Kobanê xwe bi cih kiribûn. Di encama vê êrîşê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê li gundên Elganê û Ernê ya li heman eniyê ye, êrîşek li dar xistin. Piştî hêzên me bersivên tund dan çeteyan, li herêmê pevçûnên dijwar rû dan. Di van pevçunên de 4 endamên çeteyan hatin kuştin, 6 çete jî hat birîndarkirin.”


Kantona Cizîrê

Her wiha der barê berxwwedana Til Hemis û Til Temirê de jî hat  gotin ku çeteyan xwestiye êrîşekê li dar bixin û daxuyaniyê wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li derdora gundê Xîzêla ya başûre Til Hemisê xwestin êrîşekê li dar bixin. Hêzên me çeteyên ku amadekariya êrîş dikirin ferq kirin û êrîş birin ser wan. Pevçûnên ku piştî mûdexaleya hêzên me destpê kir heta derengiya şevê dewam kir. Di van pevçûnan de qasî hat zelal kirin 7 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me yên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya 30’î Nîsanê li Til Temirê û derdora wê ku dikeve ser sînorê rojavaye Kantona Cizîrê şikandibûn. Li van qadan xebata lêgerînê meşandin. Di encama van xebatan de hêzên me tevî 18 termên çeteyan dest danîn ser 24 kleş, 30 şarjorên kleşan, 4 roketavêjên B7, 1 BKC û gelek cebilxaniyên van çekan.ˮ 


 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN