Gelê Êzîdî heta beriya bi 4 salan bi 74 fermanan re rû bi rû man. Careke din ji bo qirrkirineke wisa re rû bi rû nemînin yekîneyên xwe yên eskerî ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Yekîneya eskerî yên Êzidiyan destpêkê herêma xwe rizgar kirin. Piştî azadkirinê jî hêzên xwe yên parastin û rêveberiyên xwe ava kirin. Êzîdî niha jî amadekariyê dikin ku ligel Şîiyên Ereb ên ku bi hev re dijin, avakirina Meclîsa Giştî ya Şengalê ragihînin.
DAIŞ´ê piştî ku Mûsil û derdora Şengalê dagir kir, roja 2’yê Tebaxê di xeta başurojavayê Şengalê de êriş kir. Li gundê Siba Şêx Xidir, Tel Êzer, Gir Zer û Koço dest bi êrişeke hov kir. Bi vê êrişê qirrkirina ku weke Fermana 74’an jî dest pê kir.
DAIŞ gav bi gav ber bi navenda Şengalê ve çû. Li her gundî mêr bi komî hatin kuştin. Jin û zarok jî dîl hatin girtin û wek xenîmet hatin desteserkirin. Li gundê Siba Şêx Xidir û Gir Zer, Êzîdî heta sibê li berxwe bidin jî ji bo destekê pêşmergeyê girêdayî PDK’ê neçûn, û berxedan têk çû. 3 Tebaxê bi têkçûna vê bereyê re DAIŞ ket Şengalê. Bi sedhezaran jin, zarok, kal, pîr û mêrên Êzîdî bi komî qetil kirin. Hin Êzîdî ji ber komkujiyê reviyan û xwe sipartin Çiyayê Şengalê.
Êzîdiyên ketin destê DAIŞ’ê birin Mûsil, Til-Efer, Reqa, Minbic, Girê Spî, Dêra Zorê û di bazarên koleyan de firotin. DAIŞ’iyan hin jin ji xwe re kirin cariye. Hinek jinên ku nebûn Misilman jî qetil kirin.
12 gerîlayên fedaî
12 gerîlayên HPG û YJA Starê gihîştin Çiyayê Şengalê. Hêza PKK’ê ya ji 12 kesan, pêşî li Çiyayê Şengalê bereya şer danî û dest bi parastina Êzîdiyan kir. Di nava Êzîdiyan de navê 12 Siwaran li koma yekemîn a PKK’ê hat kirin. Bi sedhezaran Êzîdiyên ji ber komkujiyên DAIŞ’ê revîn û xwe spartin Çiyayê Şengalê ji aliyê van 12 gerîlayên PKK’ê ve hatin parastin. DAIŞ´ê nekaribû berxwedana 12 Siwaran bişikîne. Rê li ber DAIŞ’ê hat birîn û DAIŞ neket Çiyayê Şengalê.
YPG/YPJ ji Rojava hat desteka Êzîdiyan. Gav bi gav şer kirin, heta ‘korîdora mirovî di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de hat vekirin. Êzîdiyên li çiya wisa hatin rizgarkirin.
Berxwedana Şengalê
Berxwedanê rê neda DAIŞ temamê Şengal dagir bike. Ji Çiyayê Şengalê heta Taxa Sîtî Zeynep a Şengalê xeta şer hat avakirin. Bi demê re ciwanên Êzîdî xwe birêxistin kirin û hêza xwe ya Yekîtiya Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Bi van hêzan, xwe û welatê xwe parastin. YBŞ/YJŞ 11 mehan li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da û destûr neda komkujiya bi giştî ya li ser Êzîdiyan pêk bê.
Heta niha li Şengalê 68 gorên komî hatine dîtin. Hê jî gorên komî tên dîtin. Cihê herî zêde gorên komî li wan hatin dîtin, gundên Koço, Solax, Herdan, Ramusî û Kapusî bûn. Ev gor jî nîşana êşa qirrkirinê ne.
Rizgarkirina bajêr
Şengal 13’ê Mijdara 2015’an bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. 2017’an Meclîsa Xweser a Şengala Demokratîk hat avakirin. Meclîsê bi damezrandinê re 23 xalên ji bo parastina Êzîdiyan ji bo raya giştî deklere kirin. Meclîsa Xweser ji bo destekê bidin Êzîdiyan jî bang li hemû hêzên navneteweyî kir. Azadkirina Şengalê, damezrandina meclîs û rêxistinên navxweyî yên Ezîdiyan derfet da ku malbatên koç kirin jî vegerin Şengalê.
Ber bi Meclîsa Giştî ya Şengalê ve
Piştî ku va ye 4 sal di ser qirrkirinê re dibihurin, hê jî bi hezaran kesên di êrişê de dîl ketin destên DAIŞ’ê, aqubeta wan ne diyar e. Di salvegera 4’emîn a fermanê de Êzîdî amadekariya hin bîranînan dikin. Ji bo merasîmên bîranînê ji Mûsil, Til-Efer, Herêma Kurdistanê û heremên din hin heyet hatin vexwendin.
Ji bo bîranînê, 2’yê Tebaxê ciwanên Êzîdî ji Çiyayê Şengalê meşa bi meşale li dar bixin. Sibeha rojê tê payîn ku li Herêma Serdeştê bi hezaran kes kom bibin û Meclîsa Giştî ya Şengalê îlan bikin. Di Meclîsê de Erebên Şîî yên ku berê li herêmê dijiyan jî dê cihê xwe bigirin. Hat eşkerekirin ku ev meclîs dê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî bi awayê fermî bê qebûlkirin.
MA/ŞENGAL