Liberrabûna li dijî heywankirin û Tirkkirinê
Ronahî diyar kir ku jiyana li nava sîstema dewleta Tirk bi înkarkirina hebûna xwe dibe, û got, “Heger gotin di cih de be, ‘heywankirin’ û ‘Tirkkirin’ ferz dikirin. Ya ku li dijî vê yekê dihate kirin, têkoşîna hebûnê bû.”
Elîf Ronahî destnîşan kir ku Çar Stêrkan ji bo bersivê bidin çalakiya Mazlûm Dogan têkoşîn dewam kiriye û got, “Hevalê Mazlûm li dijî înkarkirina hebûnê, li dijî teslîmiyet, xiyanet û bênasnamehiştinê, bi çar derbikên niftikê xwe kir Newroz. Çar Stêrkan jî da ser şopa têkoşîna wî ya hebûnê.”
Ronahî bi bîr xist ku ji bo dewamkirina têkoşîna Çaran, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek berxwedana rojiya mirinê heta şehadetê dewam kiriye.
Ronahî wiha dewam kir: “Milîtanên PKK’ê yên li zindanên Tirkan got, ‘Em ê teslîm nebin, em ê xiyanetê nekin. Berdêla vê çiqasî giran jî be, em ê bi jiyana xwe bidin, lê em ê bê rûmetî, bênasnametiya ku hûn li ser me ferz dikin, qebûlnekin’.”
Guleya yekem encama berxwedanê bû
Ronahî da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwest nasname, rûmet û şerefa Kurdan teslîm bigire; PKK’ê hê di destpêkê de bifetisîne, nehêle ku civakî bibe û destûrê nede ku berxwedana li zindanê bigihêje nava civakê û got, “Lê belê berxwedanê pêşî li vê girt û kir ku PKK civakî bibe.”
Elîf Ronahî destnîşan kir ku fîşeka destpêkê ya ku 15’ê Tebaxa 1984’an teqiya hem li zêhniyeta faşîst a paşverû ket, hem jî bû dengê berxwedêran û wiha dewam kir: “Berxwedana ku li zindanê dest pê kir bû wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna xeta polîtîk û îdeolojîk ku hebûna PKK’ê parast, zexm û civakî kir.”
Artêşbûna jinê û Şehîd Mizgîn
Elîf Ronahî bi bîr xist ku di meha Gulanê de fermandara yekemîn a jinê Mizgîn şehîd bûye, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û çar hevrêyên wê hatine bidarvekirin û got, “Li ku derê ji bo hebûna gelê Kurd têkoşîn çêbûbe, bi kiryarên li derveyî mirovahiyê êriş kirine û xwestine têkoşînê biqedînin. Lê belê têkoşîn timî mezin bû. Jin bi pêş ket, bû artêş, civakî bû, têkoşîna azadiyê ya li dijî faşîzmê xurt kir û bû jehrkuja êrişan.”
Ronahî herî dawî Şehîdên Meha Gulanê careke din bi bîr anî û got, “Em careke din soz didin ku em ê armancên wan ên mezin pêk bînin.”
Berxwedan jehrkuja êrişan e
Ronahî: Milîtanên PKK’ê yên li zindanan got, ‘Em ê teslîm nebin, em ê xiyanetê nekin. Em ê bi jiyana xwe berdêlê bidin, lê em ê bê rûmetî, bênasnametiya ku hûn li ser me ferz dikin, qebûl nekin’.
HÊVÎ BARAN
ANF/BEHDÎNAN
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî got, Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn hîmê bingehîn ê têkoşîna 40 salî ya PKK’ê ne û ew ê bi afirandina neteweya demokratîk re wê bersivê bidin vê mîrateyê.
Girtiyên ji doza PKK’ê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn, li Girtîgeha Amedê roja 17’ê Gulana 1982’an li dijî êşkence û jiyana bê rûmet bedena xwe dan ber êgir û dan ser şopa Mazlûm Dogan ku digot ‘berxwedan rê li ber serketinê vedike’. Bi wesîleya salvegera vê çalakiyê ku bi navê ‘Çalakiya Çaran’ cihê xwe di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de girt, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî axivî, îşaret bi rola “Şehîdên Meha Gulanê” ya di nava têkoşîna azadiyê kir û got, “Di têkoşîna PKK’ê de ew bûn hîmê bingehîn.”