Li seranserê Ewrûpayê, li Kanada û Rûsyayê Kurdistaniyan û dostên wan, tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE´yê ya li dijî rêveberên PKK û KCK´ê weke êrişên li dijî gelê Kurd nirxand.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Emerîkayê (DYE) ya li dijî rêveberên PKK’ê û KCK´ê li gelek bajarên Fransa, Elmanya, Swîsre, Yewnanistan, Belçîka, Swêdê, Rûsya û Kanadayê hat protestokirin. Kurdistaniyan biryara DYE´yê weke dewama komploya navneteweyî û li dijî hebûna gelê Kurd nirxand.
Elmanya: Li bajarê Hambûrgê komek Kurd li ser rêya herî qelebalix a bi navê Monckebert Strase mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê re û sirûda ‘Herne Pêş’ hatin gotin.
Fransa: Li bajarê Marsîlyayê li pêşiya walîtiyê û Sefaretxaneya DYE´yê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de biryara xelatkirinê ya DYE´ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bordeauxê jî ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve ji bo azadiya Ocalan çalakiyeke îtaetnekirina sivîl li gara trenê pêk hat.
Ji Swîsre heta bi Belçîkayê
Swîsre: Li bajarê Bernê jî Kurd û dostên wan li Meydana Bahnhofplatzê hatin ba hev û tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE’yê protesto kir. Wekî din îro jî li dijî tecrîd û biryara DYE´yê li pêşiya Sefaretxaneyên DYE´yê, li Bern û Zurichê çalakiyên protestoyî tên kirin. Çalakiya li Zurichê saet 11:00’an li Dufourstrasse 101 û ya li Bernê jî saet 14:00´an li Sulengeckstrasse 19’ê tê kirin. Bi heman armancê doh li Cenevreyê jî çalakî hebû.
Swêd:Li ser banga Komeleya Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê li kon hate vedan.Çalakgeran peyama mezinkirina têkoşînê dan.
Belçîka:Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Sefaretxaneya DYA’Yê, biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê hate rûreşkirin.
Ji Kanadayê heta bi Rûsyayê
Rûsya: Kurdên li herêmên Tambov û Saratovê, biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK û KCK´ê şermezar kir. Bi navê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê, Mazlûm Serdar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar dewama komploya navneteweyî ye û li dijî hebûna gelê Kurd e.
Kanada: Li bajarê Torontoyê biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK û KCK´ê hate şermezarkirin. Çalakiya destpêkê li ber Konsolosxaneya DYE’yê pêk hat. Çalakî wê her roj bên lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN