Berxwedan TOLHILDAN


Berxwedan Tolhildan keçeke ku di dema fermana 3´yê Tabaxa 2014´an de li gundê Koço şahidî li qirrkirina xelkê Êzîdî bi destê çeteyên DAIŞ´ê kiriye. Ew dema wan rojan bi bîr tîne dibêje, ne li bîra ti kesî bû ku xwe biparêze, her kes bi karên xwe yên rojane dadiketin. Girîngiya xwebirêxistinkirin û xweparastina piştî fermanê jî bi gotinên “Heger me fikr û felsefeya Rêber Apo nas kiriba, ferman nedihat serê me” îfade dike.  


Haya kesê ji bayê felekê nebû

Beriya fermanê keçik diçûn medresê, dayikan karê malê dikir, zarokê xwe xwedî dikirin, bavan jî yan eskeriya dewletê dikir yan jî karê derve dikir. Kar nebûya diçûn di nav ciwakê de rûdiniştin. Lê fikreke ku wê ferman careke din were serê me, nebû. Xweparastin ne di bîra kesî de bû. Li gorî paşeroja xwe, xwe bi rêxistin kirin, ji fermanên qewimî ders girtin, ne xema kesî bû. Herçî jin in, di vêî mijarê de yekcar bê rol bûn. Baweriya wan bi hêza wan nebû. Ji ber ku arteşa Iraqê, gelek hizbên cur be cur hebûn. Ji ber wê, fikra xweparastinê nedihat bîra wan. Arteşa Mesûd Barzanî, ya Iraqê li vir hebûn. Her wisa polîs hebû. Xweparastin ne di gotin, ne jî di fikr û xeyala kesî re derbas nedibû. 


Jinê jî kirasê qelsiyê li xwe qebûl dikir

Weke jin, ew rewş xetertir bû. Ji ber wê hişmendiya bi hezaran salan a ku dibêje, jin nikare xwe biparêze, di mejiyê her kesî de hatibû rûniştandin. Tişta herî biêş ew bû ku jinan bi xwe jî ev yek qebûl kiribû. Ew ê çawa tevbigere çawa bijî, bi tevahî zilêm dîyar dikir. Şerkirin, ji bo xwe parastinê; fêrbûna bikaranîna çekan li hember xeterî, li ewlehiya xwe fikirîn, yekcar nebûn. Fikreke bi vî şêwazî hebûya jî ciwaka heyî, destûr nedida vê yekê. Çawa ku niha jî beşdariya jinê pirr rast nabînîn hingê jî nêzîkatiyeke bibêje, jin dikare şer bike, nebû. Weke şerm dihat dîtin. Jin û eskerî çi ji hev re gotiye? Jixwe, arteşên heyî jî hemû zilam bûn. 


Parastina xwe radestî celadê xwe kiribûn

Ne tenê jin, xortên Êzîdiyan jî li parastina ciwaka xwe nedifikirîn. Parastina xwe radestî celadê xwe kirin û xwe bê parastin hiştin, bûn sedama fermana 73’yan. Bi pêşdîtin jîyan, li paşeroja xwe fikirîn, nebû, zêdetir rojane jiyan, tenê debara xwe kirin hebû. Jiyan bi çûyina medresê, kirina karê malê yan jî, ji bo debara malê kar kirinê hebû. Lê weke heqê rewa yê her zindiyekî xweparastin, parastina xwe ya cewherî avakirin, ne armanca ti kesa Êzîdî bû. Ji ber ku dagirkeriyê ev fikir li cem Êzîdiyan ziwa kiribû. Niha jî Mesûd Barzanî nahêle ku gelê Êzîdî were ser axa xwe û ji bo axa xwe şer bike. Xweparastin û xwe birêxistinkirina gelê Êzîdî tirseke mezin di dilê dagirkeriyê dide avakirin. Ji ber vê yekê nahelin Êzîdî derbasî Şengalê bibin.


Mirovên zarokên xwe hiştî û çûyî

Dema ku Mûsil ket me dizanîbû ku çeteyên DAIŞ´ê wê berê xwe bidin Şengalê jî. Ketina Mûsilê, ketina Şengalê jî bû. Qeweta pêşmerge li Şengalê dizanîbû ku Çete wê werin Şengalê. Lê ti kesî xeber neda me. Şev êvarê Muxtarê Koço bangî gundê me kir û got; bizivirin malên xwe, çete hatin jî bila werin, me dikujin bila bikujin. Çete hatin û ji seet 2´yê şevê heta siharê 07.30´an şer bû. Bavê min digot, derkevin bila keç neyên girtin. Em derketin çûn, le di rêkan de gelek kes hatin girtin, hatin kuştin û bi şewazekî herî hov hatin şewitandin. Yê zarokê xwe hêla, yê diya xwe hêlişt û çûn, yê xwîşka xwe hêla û xwe xelas kir. Ewqasî bê hêz bûn ku nedikarîn zarokên xwe, jina xwe, dayika xwe xilas bikin. Min pirr insan dîtin ku zarokê xwe ji bîrkirin û çûn.

Dema me xwe xilas kir, em çûn çiyê, em 9 rojan li ser hev tî û birçî man. Ne av ne xwarin hebû. Berî ku korîdor vebe, me nedizanî heval kî ne, û bi çi re mijûl dibin? 12 heval li nav Şengalê bûn. Diçûn ji bo xilasiya gelê Êzîdî. Pişti ku heval hatin û korîdor hat vekirin, gelê Êzîdî derbasî Rojava kirin. Hingê, em bi xwe jî derbasî Rojava bûn. 


Qey tê me xilas bikî?

Despêkê pirranî hevalê xort bûn, me hevalên keç nedîtin. Lê dema em hinekî din derbas bûn, me hevalên jin jî dîtin. Dema çavê van bi me ket, bi halê me giriyan û alîkarî dan ji bo ku em derbas bibin. Hingê me hevala Zîlan dît. Hat li gel me sekinî û gelekî alikarî da me. Hingê, dîtîna hevalên jin bi rext û sîleh ji bo me tiştekî gelekî nû bû. Zilamekî lê temaşe kir û jê re got; “Qey tê me xilas bikî? Kê dîtiye ku jinê şer kiriye? Jin nikare xwe biparêze, wê çawa me xilas bike.” Hevala Zîlan got, “Erê ez ê we xilas bikim. Felsefa Rêber Apo, fikra dibêje jin nikafre şer bike pûç kiriye. Bi hezara milîtanên jin yê ku di rêka Rêber Apo meşiyan, ev yek îsbat kirin. Bi hezaran jin xwe kirin topeke ji agir. Bi hezara jinî bi lehengtiyeke mezin şer kir û canê xwe dan. Vê jî têrê nekir, gotin, xweziya tiştekî ji canê me bi nirxtir hebûya, me bidana. Îro em berdawama doza wan şehîdan in.”


Hevala Zîlan rahişt wî zilamî

Zilam dîsa jî pê bawer nebû û hêvîjêbirrîna xwe ji her halê xwe dida der. Devê zilêm ziwa bûbû û ji tîna nema dikarî biaxive. Hevala Zîlan çû ji bona wî av anî û da wî. Dema rabûn û dan rê jî, wê ew da pişta xwe û meşiyan. Zilam li hember vê yekê matmayî ma û ji şerma, nedizanî çi bike. Hingê weke jin, min jî hêzeke mezin ji sekna hevalan wergirt û wek jin, ez pê serbilind bûm. Ji ber ku di fermanê de em jî wek van hevalan bi çek û rext bûna û hêza me ya xweparastinê hebûya, ewqas jin nedihatin kuştin, nedihatin revandin, wek cariye li bazaran nedihatin firotin. Kesî wê ji neçariyê xwe ji di kendalan re wernekira. Heger me fikr û ramana Rêber Apo nas bikira, ferman nedihat serê me. 


Jibîrkirin xiyanet e

Ez behsa Cîlan a 13 salî bikim. Cîlan keça Hecî Qîran bû. Nedizanî xwe biparêze lê bi rûmeta xwe dizanîbû. Dema ket destê DAIŞ´ê ji bo neyê firotin û dest neavêjin wê, damarên destê xwe birrîn û dawî li jiyana xwe anî. Ev yek ji bona me hemûyan rewşeke giran bû, lê tiştek ji destê me nedihat, ji ber me nedizanî xwe biparêzin.  

Em ê tiştên di fermanê de hatî serê me, ti carî ji bir nekin. Wekî ku serokatî dibêje;   Jibîrkirin xiyanet e. Em ê êşên xwe ji bîr nekin û em ê bi birêxistinbûna jinê, roja fermanê di çavê wan re derxînîn. Weke jina Êzîdî, em ê fermanê li wan bizivirînîn Em ê nehêlin ku ferman careke din biqewime. 


Jina berê kol e li azadiyê digere

Jina Êzîdî ku berî fermanê kole bû, îro li azadiya xwe û li azadiya civaka xwe digere. Di fermanê de yên ku herî zêde hatin qetilkirin û hatin firotin jin bûn. Îro jî yên ku herî zêde li ber xwe didin û ji bo azadiya xwe têdikoşin, jin in. Bi fikr û ramana Rêber Apo jiyaneke azad avakirin, armanca herî mezin a jina Êzîdî ye. Li ku jineke bindest, dîlgîrtî hebe wê jina Êzîdî birêxistinbûna xwe bibe xilasiya wê jinê. Ji ber vê yekê, wek YJŞ çûyîna heta Reqayê û bûyîna xilasiya jinên Êzîdî ya dîlgirtî ji bo jinên Êzîdî ne rewşeke ji rêzê ye. Jina Êzîdî bi baweriya ku Rêber Apo daye jinê, wê careke din vegere cewherê xwe û li ser lingê xwe bisekine. Wê bibe bingeha ciwaka azad û wê di her milî de bibe hêza parastinê û wê ti carî neçar nejî. Wê bibe aîdê xwe û wê nehêle kes wê bike malê xwe.


Jin wê bibin paşeroja azad

Wek jina Êzîdî bangawaziya me ji bo her jinê ew e ku jin karibe li ser lingên xwe bisekine û ji bo azadiya xwe û azadiya civakbûnê têbikoşe, xwe perwerde bike û bibe temînata paşerojê.Pêwîst e hemû jî fikr û ramana Rêber Apo nas bikin. Mînak dayikên me yên Êzîdî îro bi bîr û baweriya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin. Bangavaziya min ji bo dayikên Êzîdî ew e ku li ber beşdariya zarokên xwe ya nav refan nebin asteng. Ji ber ku yê ku karibe pêşiya fermanê bigire û fermanê bizivirîne dijminê xwe, jin û xortên Êzîdî ne. Jina Êzîdî wê nehele ku careke din ferman çêbe. Ew ê nehêle ku careke din jin li bazaran bi heqê resîdeyekê bê firotin. Ew ê nehêle ku zarok li ber dîwaran ji tîna bimirin. Ew ê bibin paşeroja azad ya tevahiya zarokan.