Jin li bajarê Swîsre Zurîhê di 6.Festîvala Sakîne Cansîz de bi dirûşma “Jin rê li ber azadiyê vedikin” li hev kom bûn.Di festivalê de têkoşîna tevgera jinên Kurd û jinên cîhanê hat silav kirin.

SERKAN DEMÎREL  / ANF/ZURICH 

Jinên Kurd û dostên xwe li bajarê Swîsre Zurîhê di 6. Festîvala Sakîne Cansîz de li hev kom bûn. Festîval bi dirûşma “Jin rê li ber azadiyê vedikin” hat lidarxistin. Ji bo bîranîna kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Swîsreyê Zurihê ev 6 sal in Festîvala Sakîne Cansiz (Sara) pêk tê.

Hezaran jin beşdar bûn

Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê pêk hat û gelek rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, Swîsreyî û koçber di organîzasyona festîvalê de cih girtin. Li qada festîvalê wênêyê Rêber Abdullah Ocalan, Sakîne  Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û şervanên ku di têkoşîna şoreşê de şehîd bûbûn, alayên PKK, KJK û YPJ’ê hatin daliqandin. Li Swîsreyê piştî greva jinan a neteweyî ku bi sed hezaran jin beşdar bûn festîval hat lidarxistin û îsal dirûşmeya bingehîn “Berxwedana Jinê azad dike” bû.

Li ser jinelojiyê peyivîn

Li qada festîvalê destpêkê semîra jinelojî ya bi mijara têkoşîn û mafê jinan hate dayin. Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zîlan Diyar, ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Hulya Yalin, ji Komelya Mor Hiqûqnas Nesrîn Ûlû, ji Cadiyên Campûsê jî Meral Meral weke axaftvan beşdarî semînerê bûn. Piştî semînerê destpêkê li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Ozen Aytaç axivî û qala girîngiya têkoşîna Sakîne Cansiz a di têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinên cîhanê de kir.

Bû îlham ji bo jinên cîhanê

Piştre nûnerên rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, Swîsreyî û koçber axivîn û têkoşîna tevgera jinên Kurd û jinên cîhanê silav kirin. Di axaftinan de hate gotin, têkoşîna Sakîne Cansiz nûnertiya têkoşîna azadiya hemû jinên cîhanê dike û têkoşîna jinan a li cîhanê bilind dike serîrakirineke li dijî sîstema baviksalar û kapîtalîzmê ye. Paşê hunermend derketin ser dikê û bi kilamên xwe reng dan festîvalê.