Dîroka komara Tirk tijî darbe ye. Di serdemên dîrokê hemûyan de dema em lê mêze dikin, kengê dor li wan teng bûye dest bi êriş, dagirkerî û darbeyan kirine. Sala 1980´yî dema ku tevgera azadiya Kurdistanê nav û dengê wê di nava civakê de nû belav dibû, xwestin bi darbeya 12'ê Îlonê pêşiyê lê bigrin. Dîsa di navbera salên 80 û 90´î de bi kiryarên dij-mirovî gelek kes bi destê kontragerîla hatin kuştin û windakirin. Gundên Kurdistanê hatin valakirin û bi pêla koçberkirinê xwestin Kurdan ji cîh û warên wan bikin der da ku bi hêsanî polîtîkayên xwe yên tinekirin û asîmîlasyonê bi cîh bînin. Lê dema li kolan, çiya û zîndanan dengê berxwedanê bilind bû, vê carê bi konsepta îmhayê dest bi dek û dolaban kirin. Tu rêbaz neman ku li hemberî gelê Kurd nedan meşandin. Her ku wan êriş kir, şaxên têkoşîna azadiyê jî sinor derbas kirin û mezin bûn.
Niha li dijî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê di nava êrişên qirkirin û dagirkeriyê de ne. Lê ji bîr kirine ku Kurdên li hemberî wan êdî ne Kurdên berê ne. Ev Kurd bi azadiyê tamişkî bûne, wan li hemberî Erdogan û şagirtên wî DAI’Ş'ê têkoşîneke bê eman kir û dikin. Kurdan sond xwariye ji derveyî azadî û demokrasiyê tu rêyên din tinin û ew wan nas jî nakin. Ji lewma, Erdogan jî sond xwariye ku li ser navê Kurd û Kurdistanê li ku destketiyek hebe, êrişî wê bike û ji destê wî were wê koka Kurdan biqelîne. Em baş dizanin ku ev êriş û hovîtiya wan li dijî saziyên jinan li dijî nirxên gelê Kurd ji ber ve yekê ye. Di demekê de ku cihan hemû li dijî pandemiya vîrûsa Koronayê têdikoşe jî Erdogan yek kêliyê ranewestiya. Bi qanûnan alîgirên xwe hemû û tecawizkarên jinan serbest berdan. Şaredariyên HDP'ê ku bi vîna gel hatibûn bidestxistin, dagir kirin. Sazî û dezgehên jinan girtin, û aktivîst û pêşengên jinan jî avêtin zindanan. Li Efrînê bi hovîtî êrişî jinan kir û bi dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê ev dijminatiya xwe careke din îsbat kir.
Herî dawî jî ji nişka ve wekîltiya Leyla Guven, Musa Farisogullari û parlementerekî CHP'ê betal kir. Gelo yekser piştî îlankirina Belgeya Helwêstê ya Demokratîk a HDP'ê ev darbe tesadûf çêbû. Bê guman, rastî ew e ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê bi betalkirina wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari bersiv da vê bangê. Gava ku ew dibirin bixin nezaretê, Leyla Guven peyama "Berxwedan Jiyan e" da. Gelê Kurd ji dîroka xwe ya nêz vê siloganê baş dinase. Pêşengên tevgera azadiya Gelê Kurdistanê li dijî zilma dewleta Tirk li Yindana Amedê bi vê siloganê tarîtiya zilmê çirand û bi berxwedanê rêya jiyana azad vekir.
Faşîzma dewleta Tirk li hemberî vê biryardariyê matmayî û bê çare ma. Gelê Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd bi vî ruhî li azadiyê geriyan û ji bo wê têdikoşiyan. Leyla Guven û hevalên wê gelek caran bi vê zilm û faşîzmê re rû bi rû man. Lê tevî êriş û zilmê hemûyî jî wan dest ji têkoşîna xwe berneda. Leyla Guven ji Zindana Amedê 7´ê Mijdara 2018'an, ji doza xwe ya li dadgeha dewleta Tirk ragihand, ku ew li dijî tecrîdkirina Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger dike. Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku 200 rojî dewam kir, û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşanî dost û dijminan hemûyan da. Pêla vê berxwedana Leyla li tevahiya Kurdistanê û cihanê deng veda û piştî 8 salan deriyê Îmralî vekir. Leyla Guven a ku bi çalakiya xwe ya greva birçîbûne çirûska agirê berxwedanê pêxist vê carê li dijî faşîzmê peyama, "Berxwedan jiyan e" da û ev peyam li seranserî Kurdistanê û cihanê belav bû. ‘Berxwedan Jiyan e’
Dîroka komara Tirk tijî darbe ye. Di serdemên dîrokê hemûyan de dema em lê mêze dikin, kengê dor li wan teng bûye dest bi êriş, dagirkerî û darbeyan kirine. Sala 1980´yî dema ku tevgera azadiya Kurdistanê nav û dengê wê di nava civakê de nû belav dibû, xwestin bi darbeya 12'ê Îlonê pêşiyê lê bigrin. Dîsa di navbera salên 80 û 90´î de bi kiryarên dij-mirovî gelek kes bi destê kontragerîla hatin kuştin û windakirin. Gundên Kurdistanê hatin valakirin û bi pêla koçberkirinê xwestin Kurdan ji cîh û warên wan bikin der da ku bi hêsanî polîtîkayên xwe yên tinekirin û asîmîlasyonê bi cîh bînin. Lê dema li kolan, çiya û zîndanan dengê berxwedanê bilind bû, vê carê bi konsepta îmhayê dest bi dek û dolaban kirin. Tu rêbaz neman ku li hemberî gelê Kurd nedan meşandin. Her ku wan êriş kir, şaxên têkoşîna azadiyê jî sinor derbas kirin û mezin bûn.
Niha li dijî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê di nava êrişên qirkirin û dagirkeriyê de ne. Lê ji bîr kirine ku Kurdên li hemberî wan êdî ne Kurdên berê ne. Ev Kurd bi azadiyê tamişkî bûne, wan li hemberî Erdogan û şagirtên wî DAI’Ş'ê têkoşîneke bê eman kir û dikin. Kurdan sond xwariye ji derveyî azadî û demokrasiyê tu rêyên din tinin û ew wan nas jî nakin. Ji lewma, Erdogan jî sond xwariye ku li ser navê Kurd û Kurdistanê li ku destketiyek hebe, êrişî wê bike û ji destê wî were wê koka Kurdan biqelîne. Em baş dizanin ku ev êriş û hovîtiya wan li dijî saziyên jinan li dijî nirxên gelê Kurd ji ber ve yekê ye. Di demekê de ku cihan hemû li dijî pandemiya vîrûsa Koronayê têdikoşe jî Erdogan yek kêliyê ranewestiya. Bi qanûnan alîgirên xwe hemû û tecawizkarên jinan serbest berdan. Şaredariyên HDP'ê ku bi vîna gel hatibûn bidestxistin, dagir kirin. Sazî û dezgehên jinan girtin, û aktivîst û pêşengên jinan jî avêtin zindanan. Li Efrînê bi hovîtî êrişî jinan kir û bi dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê ev dijminatiya xwe careke din îsbat kir.
Herî dawî jî ji nişka ve wekîltiya Leyla Guven, Musa Farisogullari û parlementerekî CHP'ê betal kir. Gelo yekser piştî îlankirina Belgeya Helwêstê ya Demokratîk a HDP'ê ev darbe tesadûf çêbû. Bê guman, rastî ew e ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê bi betalkirina wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari bersiv da vê bangê. Gava ku ew dibirin bixin nezaretê, Leyla Guven peyama "Berxwedan Jiyan e" da. Gelê Kurd ji dîroka xwe ya nêz vê siloganê baş dinase. Pêşengên tevgera azadiya Gelê Kurdistanê li dijî zilma dewleta Tirk li Yindana Amedê bi vê siloganê tarîtiya zilmê çirand û bi berxwedanê rêya jiyana azad vekir.
Faşîzma dewleta Tirk li hemberî vê biryardariyê matmayî û bê çare ma. Gelê Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd bi vî ruhî li azadiyê geriyan û ji bo wê têdikoşiyan. Leyla Guven û hevalên wê gelek caran bi vê zilm û faşîzmê re rû bi rû man. Lê tevî êriş û zilmê hemûyî jî wan dest ji têkoşîna xwe berneda. Leyla Guven ji Zindana Amedê 7´ê Mijdara 2018'an, ji doza xwe ya li dadgeha dewleta Tirk ragihand, ku ew li dijî tecrîdkirina Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger dike. Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku 200 rojî dewam kir, û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşanî dost û dijminan hemûyan da. Pêla vê berxwedana Leyla li tevahiya Kurdistanê û cihanê deng veda û piştî 8 salan deriyê Îmralî vekir. Leyla Guven a ku bi çalakiya xwe ya greva birçîbûne çirûska agirê berxwedanê pêxist vê carê li dijî faşîzmê peyama, "Berxwedan jiyan e" da û ev peyam li seranserî Kurdistanê û cihanê belav bû.