Guven: Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawer dikim ku ev berxwedan wê teqez bi ser keve. Ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser kevin. Berxwedan jiyan e hevalno!

Leyla Guven a ku çalakiya wê di roja 98’an de dewam dike, rewşa tenduristiya wê jî roj bi roj xirabtir dibe. Guven doh bi dîmen beşdarî civîna koma HDP´ê ya li parlamenê bû û got, “Berxwedan jiyan e”. Li aliyê din çalakiyên meşên ber bi Amedê ve jî doh dest pê kirin, lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya polîsên xwe dest werda çalakgeran û meşa ji Colemêrgê ber bi Amedê ve asteng kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, di roja 98’an de dewam dike. Leyla Guven ji 25’ê Çile ve çalakiya xwe li mala xwe ya li Amedê dewam dike.

Siheta wê her diçe xirabtir dibe

Li Leyla Guvenê ji ber çalakiya wê, ev demek dirêj e ku pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê dane der. Ew êdî nema dikare avê û vexwarinên din jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê pê re hene û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Herwiha hat ragihandin ku bi Leyla Guvenê re helîyana masulkeyan jî her diçe zêdetir dibe. Leyla Guven wekî din, nema dikare rûnê, û dirêjkirî dimîne.

Ji bilî Leyla Guven Nasir Yagiz, endamê nûneriya HDP´ê ya Hewlêrê, li avahiya nûneriya HDP´ê ev 85 roj in çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger dewam dike. Yagiz da zanîn ku ew ji her encamê re amade ye û ya ku wî li ser oiyan digire jî ruhê berxwedanê ye.

Greva birçîbûnê ya koma yekem a li girtîgehan dest bi grevê kirî jî kete roja xwe ya 60´î û di rewşeke xirab de ew çalakiya xwe dewam dikin. Halê hazir li girtîgehan 291 kes di greva birçîbûnê de ne. Ji bilî vê li Strasbourgê çalakiya 14 çalakgeran di roja xwe ya 59´an de ye tevî çalakiya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan. Çalakiya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 25’an, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 30´î de dewam dike.

Peyama Guven a hêviyê

Leyla Guven a doh di roja 97´an a çalakiya xwe de ji civîna koma HDP’ê ya li parlamenê re peyameke bi dîmen şand û got: “Hêviya min dewam dike ku berxwedan wê teqez bi ser keve. Bêguman, li ser vê rêyê, dibe ku yên bikevin hebin, lê ya girîng serketin û gehiştina armancê ye.”

Leyla Guven got, “Ya rast, piştî berdanê me nekarî hev hembêz bikin. Bi rastî jî min bêriya we hemûyan kiriye. Lê weke ku hûn jî zanin, em niha di nava berxwedaneke gelekî girîng de ne. Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku xwe kerr û kor jî dikin, aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we doh li Stenbolê kir, gelekî manedar bû. Bi rastî jî we nîşan dan ku şexsek ‘ne zilam’ e. Êdî şensê wî nîne ku bêje ‘Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin’. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe da. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawer dikim ku ev berxwedan wê teqez bi ser keve. Di vê rêyê de bêguman dibe ku hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!”

Meşan tevî zilmê dest pê kir

Di çarçoveya çalakiyên HDP’ê de wê di roja 100’î ya çalakiya Leyla Guvenê de ku rastî 15’ê Sibatê ango salvegera Komploya Navneteweyî tê, li 15 bajaran meş wê bên lidarxistin. Meş wê ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û Rihayê ji 7 hêlan ve bên kirin wê bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baxlera Amedê, 15´ê Sibatê saet 12’an bi encam bibin.

Baskê meşê yê ji Colemêrgê doh meşa xwe da dest pê kirin. Endam û rêveberên HDP´ê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, xwestin ji bo roja 100’î li Amedê bin û ji Colemêrgê dest bi meşê kirin. Lê belê polîsên dewleta Tirk a dagirker rê li wan birrî. Beriya meşê polîsan li gelek  nuqteyên bajêr jî rê girtin. Koma ku di nav de Parlamenterên HDP’ê Sait Dede, Salîha Aydeniz, Hevserokên HDP’a Colemêrgê Sinan Kaya û Zeynep Kaya, Namzetên Hevşaredariyê Cihan Kahraman û Seher Kadiroglu Ataş, Namzetên hevşaredariya Çelê, Hêvidar Ertunç û Ebubekir Kanar endam û rêveberên HDP’ê jî hebûn, gava ji avahiya HDP’ê derketin hatin astengkirin.

Parlamenterên HDP’ê netrazîbûn nîşanî astengiyê da û dest bi meşê kir. Vê carê polîsan li pêş parlamenterên HDP’ê Dede Aydeniz û rêveberên HDP’ê bend danî û destûr nedan meşê. Dema komê di meşê de israr kir polîsan dest werda wê û Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sinan Kaya, Namzetê Hevşaredariya Çelê Ebubekir Kanar û dîsa kesên di nava komê de Emine Armut, Hasan Engin, Emin Ertuş, Kenan Kaya û gelek kesên din destgîrkirin.

Dorgritina komê ku di nav de Aydeniz û Dede hene, gava nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN