Sê roj berê dîsa li Amedê xortekî Kurd ê bi navê Abdulkadîr Çakmak ê 16 salî ji hêla polîsên Tirk ve bi awayekî hovane hat kuştin. Hikûmeta Tirk pêşvebirina pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurdî jî bi heman argumanê hiltîne dest û ti gavên berbiçav navêje. Herwiha hên jî ji banga Rêberê Xelkî Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdî ya bo bi mûzakereyan çareserkirina pirsgirêka Kurdî re tu bersiv nedaye. Rejîma Îranê jî him çalakiyên Kurdan asteng dike û him jî tundiya li dijî Kurdên di girtîgehan de zêdetir dike. Bi taybetî jî tundî û zordestiya li ser girtiyên Kurd ên siyasî ev demek e zêde bûye. Li hemberî vê zordestiyê 29 girtiyên Kurd di Girtîgeha Ûrmiyê de ev mehek e di girêva binçîbûnê de ne. Gorî agahiyên tên, rewşa wan roj bi roj girantir û xerabtir dibe. Herçiqas Îran, li Iraqê li hinda hêzên Kurdî û arteşa Iraqê li dijî DAÎŞ’ê şer bike jî, di polîtîkayên xwe yên dij kurd de ti rewşeke erênî nîşan nade.
Rast e; him rejîma Îranê him jî Tirkiye bi hêzên Başûrî re têkîliyên xwe xurt dikin, lê li hundir di dipolîtîkayên xwe yên dijkurd de tu gavan paşve navêjin û bi polîtîkayên bo bêvînhiştina Kurdan her berdewam dikin. Dewletên serdest li ser Kurdan di polîtîkaya kevin a wek ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ de israr dikin. Ew bo her beşa Kurdistanê polîtîkayeke taybet bimeşînin jî, di giştî de hebûn û îradeya Kurdan qebûl nakin. Pêknehatina yekîtiya Kurdan û rewşa parçe parçeyî ya siyaseta Kurdî jî bona berdewamiya van polîtîkayên qirêj zemînekî bêpirsgirêk ji wan re vedike.
Ev tabloyê siyasî yê dijkurd careke din helwesteke Kurdistanî ya siyasî û pêwîstiya saziyeke wek Kongreya Neteweyî ya ku li qadê navneteweyî nûnertiya vîna tevahiya Kurdan bike, radixe ber çavan... Partî û rêxistinên Kurdan jiber xemên cihê cihê û hinek jî jiber têkîliyên xwe yên bi van dewletên serdest re yekîtiya netewî tim paşguh bikin jî helwesta Kurdên ji her çar parçeyî roj bi roj hê zêdetir wan bo yekîtiya neteweyî mecbûrî gavavêtinê dikin. Li hember pirsgirêk an jî êrîşeke li dijî Kurdên beşekê êdî Kurd gişt bertekê nîşan didin. Pirsgirêk û berxwedan her ku diçe Kurdan nêzî hev dike.
Rewş bo tevahiya Kurdan sosyolojiyekî nû nîşan dide û ev bo siyaseta Kurdî jî nûbûnê ferz dike. Eger mirov li kolanên her çar parçeyên Kurdistanê binêre, wê çaxê rewş wê hên baştir bê dîtin û famkirin. Li welat û li dereveyî welat Kurd gişt çawa ku bo Kobanê, Şengal û Kerkûkê radibin ser pê, niha jî bo protestokirina siyaseta rejîma Îranê ya li dijî girtiyên Kurd ên siyasî li ser pê ne. Li Qamişlo û Hesekê bigire heta Dêrsim û Amedê û herwiha li derveyî welat bo protestokirina siyaseta Îranê dadikevin kolanan...Di warê siyasî de bo bersivdana xwesteka xelkê ya yekîtiya neteweyî barê herî giran bi taybetî dikeve ser milê hêzên Başûrî.
Jiber ku têkîliyên wan ên siyasî û aborî him bi Tirkiyê him jî Îranê re heye. PDK, YNK, Goran yek bi yek an jî wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê têkîliyên xwe yên siyasî û aborî yên bi van dewletan re bona çareserkirina pirsgirêka Kurdî ya li van herdu parçeyan jî bikarbînin û bandorê li ser van dewletan bikin ku mafên Kurdan nas bikin. Berxwedan Kurdistanî ye û divê siyaset jî Kurdistanî be!..