Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê di meha duyemîn de didomin. Der barê şerê niha li Kobanê tê meşandin, armanc û hêza DAIŞ’ê, ya dewletên navneteweyî, rewşa niha li Kobanê, balafirên hêzên koalîsyonê, çalakiyên piştgiriyê û gelek hêlê din de, Endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kobanê Mehmûd Berxwedan pirsên me bersivandin. Fermandar Berxwedan diyar kir ku DAIŞ ji sedê 70’yî hêza xwe ya profesyonel aniye Kobanê û ev hêz têk çûye. Berxwedan diyar kir ku di 3 rojên dawiyê de hêza DAIŞ şikestiye û got niha di her kolaneke Kobanê de, di binê her avahiyeke hilweşiyayî de cenazeyên DAIŞ hene. Berxwedan welatiyên ku di serhildanên Bakur û Rojhilat de jiyana xwe ji dest dan jî weke şehîdên têkoşîna Kobanê pênase kir. 

Gelo DAIŞ çima Kobanê ji xwe re kir hedef. Çima ewqas bi hêzeke mezin bi ser Kobanê de hat?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava li Kobanê dest pê kir. Kobanê bû sembola berxwedanê, sembola azadiyê û bû nîşaneya îradeya gelê Kurd di Rojava de. Şoreş li vir dest pê kir û li temamê Rojava belav bû. Ev jî hem hesabên dewletên navneteweyî, hem jî hesabên hêzên xêrnexwazên dijminê îradeya gelê Kurd tevli hev kir. Ji wê rojê û vir ve li gelek deveran xwestin vê îradeyê bişikînin, tasfiye bikin. Lê negihîştin armanca xwe. Bi taybetî ev salek û nîv e Kobanê hedef girtine. Kobanê hem ji Cizîrê hem jî ji Efrînê qut e. Li gorî wê wan texmîn dikir ku dê Kobanê dorpêç bikin, bi vî rengî jî Kobanê gav bi gav tasfiye bikin. Şerên demên dawî bi vê armancê hatin meşandin. Texmîna wan jî ew bû ku dê zû îradeya Kobanê bişikê. Lê negihîştin armanca xwe. Îcar fêm kirin ne bi hêzeke xurt be dê nikaribin Kobanê têk bibin. Ji bo vê yekê di şerê dawî de (15’ê îlonê) hemû hêzên xwe berhev kirin. Ji Dêrezor, Reqa, Iraq, hêzên biyanî û gelek hêzên herêmî yên Şêxler û Cerablûsê berhev kirin. DAIŞ ji sedî hêza xwe 70 anî Kobanê.
 
Ev tenê planên DAIŞ’ê bûn?

Di nava van planan de hin dewlet jî hebûn dixwestin ku bi tevahî îradeya gelê Kurd di vir de bişikînin. Li gorî tespîta wan ger Kobanê bikeve dê kantonên din jî bikevin. Îradeya siyasî ya derketiye holê jî hêza ku YPG li her derî bi pêş dikeve û belav dibe, dibe hêzeke sereke ku dikare di Şoreşa Sûriyeyê de rol bilîze û di xeta demokrasiyê de pêşengiyê bike, bi ser bikeve jî dê bişikê. Ji bo vê di serî de dewleta Tirk û gelek dewletên din ku piştgiriya DAIŞ’ê dikirin ev bi zanebûn dikirin. Hin hêzên Kurdî jî bi zanebûn dixwestin vê îradeyê di vir de (Kobanê) bişikînin. Ger di vir de bi ser bikevin dê karibin li herêmên Efrîn û Cizîrê jî bi ser bikevin. Lewre li Cizîrê gelek hewldanên wan çêbûn. Li Cezaa, Hesekê, Rebîa, Serêkaniyê nikaribûn bigihîjin armanca xwe. 
 
Li dij vê êrişa mezin şerekî çawa hat meşandin we bersiveke çawa da?

Em ketin meha duyemîn. Ev şerên niha naşibe şerên berê. Hem çapa wê, di asta êrîşê de di asta bikaranîna çekên girantir de ji şerên din pir girantir bû. Ji 4-5 milan ve bi hemû hêza xwe ya profesyonel a êrîşkar ku bajar bi saetan digirtin destên xwe; bi ser Kobanê ve hatin. Dîsa bi wê teknîka ji artêşa Sûriyeyê, ji ya Iraqê û derdorê girtibûn; wek tang top, hawan, doçka, çekên giran û hin rêbazên weke teqemenî, întiharwarî û bi hemû hêza xwe ya êrîşkar êrîş kirin ser Kobanê. Li gorî texmînên  wan jî dê di çend rojan de mîna Mûsil Kobanê bigirtana. Heta em dikarin bibêjin hefteyek danîbûne pêşiya xwe. Ne tenê DAIŞ dewleta Tirk û dewletên din jî hefteyek muhlet dabûn. Tabî li hemberî vê me bi çekên xwe yên ferdî bersiv dida.
 
Yanî bi derfetên di destên we de heyî?

Belê heya niha tu kesî alîkariya çekan nedaye me. Ne hêzên îxtilafê ne hêzeke din û ne jî tu kesî alîkariyek nedaye me. Tevlî hêza Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî tu kesî çekan nedaye me. Ne tu dewletê ne jî tu hêzeke Kurdî tu alîkarî nedaye me. Me bi hêza xwe û çekên xwe yên ferdî û bi derfetên xwe ku me amadekariyên xwe ji berê ve kiribû bersiv da. Me şerekî bi zanebûn, bi taktîk û bi plan da meşandin.
 
Ji şerê zanebûn û taktîk qesta we çi ye?

DAIŞ’ê digot qey dê hêzên me tevahî li gundan tasfiye bike. Berî bigihîjin bajar dê hêza me ya heyî li gundan tasfiye bikin û destên xwe bihijîne û were bikeve bajar. Me jî li gorî wê hesabên xwe kir û taktîk meşand. Me hem gund bi gund şer kir. Gundekî ku me tê de şer nekiribe nebû. Me ji aliyekî ve li gundan şer kir, ji aliyê din ve hêza xweyî heyî parast. Esas şerê me dixwest bi DAIŞ re bikin jî şerê bajar bû.
 
DAIŞ û dewletên hevkarên wan ev taktîkên we hesab ne dikirin ez bawer im. 

Esas ji ber em armanca wan hîn bûn me hêzên xwe nexistin gund û me tev îmha nekir. Dema ku şer ket bajar êdî dirêj bû. Jixwe dema dîtin em ber bi bajar vedikişin hin derdor heta Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan digot; “Kobanê ha ket ha ket.” Çeteyan jî digot; “em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin.” Heta gelek dewlet jî gihîştin wê qenaetê ku Kobanê ket. Lê hesabên wan tevlihev bûn. Me derb li DAIŞ’ê xist û ev berxwedan niha ket meha duduyan. Dewletên ku piştgirî didanê û digotin “ha ket ha ket” ew jî binketî ne. Esas yên binketî ew in.
 
Yanî li gorî em ji gotinên we fêm dikin niha rewş guheriye gelo?

Ev 3 rojên dawiyê êdî DAIŞ nikare gavekê biavêje. Êdî di van 3 rojên dawî de DAIŞ ji hêz hat xistin, hat wesitandin, hêza wê ya êrîşê û derdorê jî hat tasfiyekirin. Ez vê bêyî mubalexe dibêjim. Niha di her kolaneke Kobanê de cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê hene. Di binê her xaniyekî xerabûyî de cenazeyên wan hene. Ev 3 roj e bi sedan çek me li kolanan dane hev. Di van 3 rojên dawî de DAIŞ li Kobanê şikest. Me di meha ewil de taktîk da meşandin di meha duduyan de em hedef dikin DAIŞ’ê xilas bikin. Êdî ji berxwedanê ber bi serkeftinê ve em diçin.
 
Niha endamên DAIŞ’ê yên tên kuştin dibê qey temen biçûk in.

Ew hêza wan a êrîşkar ji sedî 70’yî mir. Niha dixwazin careke din hin hêzên xwe ji derdorê bînin. Êdî dê ji Iraq, ji Afganistan , Azerbaycan an jî ji Pakistanê bînin ez nizanim. Lê dixwazin hêza xwe ya li cîhanê tevî bînin Kobanê. Hêza wan ya li derdorê çû. Me gelek dîtin zarok anîne çek dane destên wan. Îcar jin jî anîne jê re dibêjin Ketîbeya Unsa. Dixwazin di vir de encam bigirin. Ev 3 roj e hêz, asta pêşketin û moralê wan şikestiye. Bi taybetî êrîşên dijwar kirin cenazeyên wan tev li kolanan man. Êdî DAIŞ’ê fêm kiriye girtina Kobanê ne ewqas hêsan e. Ketina bajar ne hêsan e. Niha em tenê ne li nava bajar em li dervayê bajar jî şer dikin. Em hêzeke ku dizanin bê li ku derê em ê çawa şer bikin in. Kobanê ne Mûsil e, ne Sûriye ye, ne qereqoleke artêşa Sûriyeyê ku di du rojan de bigirin e.
 
Di rojên dawî de hawan û teqemeniyê bi kar tîne. Çima serî li van rêbazan  didin?

DAIŞ ger li cihekî wesayîtên xwe teqandin, hawan bi kar anîn, agahiyên weke “konvoyeke me ji vir tê yek ji wir, dê dest bi kar bike” tu zanibî ew agahiyên şikênandinê ne. Dema ev hatin bikaranîn bizanibin DAIŞ’ê encam negirtiye. Wesayîtan diteqînin ji bo moralê xirabikin. Lê me tevdîrên xwe girtine. Çiqas serî li vê rêbazê bidin jî tiliya hevalekî me jî pê xwîn nebû. 
 
Niha ji sedî çiqas kontrola bajar di destên DAIŞ de ye. Rêjeyek heye gelo?

Ji milê rojavayê bajar ve DAIŞ ne di bajar de ye. Di milê başûr de kêm e. Rêzeke malan heye û ev der wek bajar jî nayê hesibandin. Lewre ew gund in. Gundê Memîdê dibêjin. Rêzemal in û malên bajar gihîştine wir. Destpêka bajar e. Di milê rojhilat de ji sedî 30-35 ketine bajar. Lewre malên wir hinek belawela ne.
 
Hêzên Koalîsyonê bi balafirên şer dest li DAIŞ’ê werdidin. Ev destwerdan bi bandor in an?

Rojên destpêkê alîkarî nehat kirin. Ger weke îro alîkariyek hebûna DAIŞ nedigihîşt vê astê. Heya 15-20 rojan jî destekeke cidî nehat çêkirin. Lê di van 10 rojên dawî de roleke xwe yî mezin lîstin ji bo darbeyek li DAIŞ’ê bikeve. Di nava alîkareyekê de bi baldariyeke mezin dixebitin. Bi baldarî li hedefa xwe xistin. Heta niha şaşî qet çênebûye.
 
Heta kengî dê ev destwerdana hewayî çêbibe. Tê gotin encax bi operasyoneke bejahî DAIŞ ji bajar bê derxistin. Hûn çawa difikirin?

Heta astekê balafiran derb lê xist û feydeya wê jî heye. Feqet hêzên me yên encam bigirin û bi pêş ve herin hêza me ya operasyonê ye. Ger hêzên hevkarên li dijî DAIŞ’ê dixwazin ev çete têk biçin divê alîkariya çekan bikin. Derfetên şervan ji me re ji derve werin divê çêbibin. Niha dewleta Tirk nahêle, rê digire li hemberî kesên ku dixwazin werin tevli şoreşê bibin. Divê rêyeke fermî were vekirin tê de çek, cebilxane û şervan werin. Ji xwe ji roja destpêkê û heya niha me bi hêza xwe têkoşîn daye meşandin. Hêzeke Artêşa Azad jî bi me re heye ji roja pêşî ve. Me berê Burkan El Firat îlan kiribû û heya niha dewam dike. Erê hêzên me karê esasî dimeşînin lê Artêşa Azad jî bi me re ye 10 şehîdên wan jî hene. Gelek birîndarên wan jî çêbûn. Hêzeke hevbeş çêbû ye. Yekitiya hêzên leşkerî yên Ereb û Kurdan jî çêbûye têkoşîn dimeşîne. Lê kesekî alîkarî bide tune. Tenê bi hewayî çênabe. Bi erdê çêdibe. Weke li Başûr ji pêşmergeyan re kirin divê ji vir re jî bê kirin. Bi hêza xwe em ê her bi pêş bikevin. Lê bi rastî jî ger hêzên derve jî dixwazin DAIŞ têk biçe lazim e vê yekê  bikin. Ev şertekî esasî ye ji bo DAIŞ têk biçe. Alîkariya çekên giran û vekirina rêyekê divê. Li ser Tirkiyeyê zext bên çêkirin û her ciwanê Kurdistanê ku dixwaze were şer bike riya wî bê vekirin. Ev Bakûr dibe, Rojhilat dibe ciwanên Kobanê dibin, ciwanên Rojava dibin. Divê rêyeke fermî bê vekirin.
 
Dîrokeke ku hûn bibêjin em ê filan rojê DAIŞ’ê ji Kobanê derxînin heye?

Em dîrok diyar nakin. Têkoşîna me dewam e. Serkeftin nêzîk e êdî ne dûr e. Êdî em derbasî asteke nû bûne di meha duyemîn de. Gav bi gav bi gelek şêwazan em ê hêza DAIŞ’ê xilas bikin. Me berê jî gotibû. DAIŞ dê di Kobanê de têk biçe.  DAIŞ hêzeke bela ye li ser serê her kesî. Îro neyarê me ye lê sibê dê bibe belaya serê kesên ku niha piştgiriyê didinê. Bila tu kes nebêje qey em ê dest ji Kobanê berdin. Bila kes xeyalên wiha nebîne. Em tu carî dest ji Kobanê bernadin. Ku dinya jî xirab bibe yek kes ji me nemîne jî em dest ji Kobanê bernadin.

‘Serhildana li Bakûr hêz da me’Çalakiya berxwedanê ya Bakur hêzeke çawa dide we? Gotineke we heye ji  bo van çalakiyan?


Berî niha bi 3-4 mehan dema êrîş dest pê kir, gelê me yên Bakur moreleke mezin da me piştgirî dane me. Gelek ciwan xwe li têlan qelibandin û tevli têkoşînê bûn. Di van demên dawî de li hemû parçeyên Kurdistanê heta Ewropayê rabûne ser piyan ev moraleke mezin da me. Em hîs dikin ku em li Kobanê ne bi tenê ne. Mesûliyetên me zêdetir in. Em carek din ji herkesî re spas dikin. Moralek mezin dane me. Hemû şehîdên ku di van serhildanan de şehîd ketin li Rojhilat nêzî 10 kes li Bakur jî herî kêm 20 kes şehîd ketin. Em wan weke li Kobanê têkoşîn meşandibin û şehîd ketibin dihesibînin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dibêjin divê ev sist nebe. Hemû ciwan tenê bi meşan na, derbasî Kobanê bibein di asta bilind de çek bigirin û tevlî berxwedanê bibin. Em bi taybetî bang li keç û xortên Kobanê dikin ku vegerin axa xwe û xwedî li axa xwe derkevin li Kobanêya çeleng derkevin.

Balafir tenê li DAIŞ’ê dixin


Hin îdia hene dibêjin “balafirên koalîsyonê li jineke sivîl û YPG’ê dane” rastiya vê yekê çi ye?
Ev îdia ne rast in. Heta niha di lêxistina balafiran de ne sivîl mirine ne jî li hêza YPG’ê xistine. Di nava koordînasyoneke xurt de hemû li hedefên DAIŞ’ê xistine. Rudaw e, televîzyonên Tirkan in ku dibêjin balafiran li sivîlan xistiye filan ne rast e. Tu sivîlekî kobanêyî ku li milê DAIŞ’ê maye tune ye heya ku bimire. Ji ber vê yekê ew jî bi baldariyeke mezin kar kirine û serkeftîne. Bi rêya we em spasiyên xwe jî pêşkêş dikin.

 dane me. Hemû şehîdên ku di van serhildanan de şehîd ketin li Rojhilat nêzî 10 kes li Bakur jî herî kêm 20 kes şehîd ketin. Em wan weke li Kobanê têkoşîn meşandibin û şehîd ketibin dihesibînin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dibêjin divê ev sist nebe. Hemû ciwan tenê bi meşan na, derbasî Kobanê bibein di asta bilind de çek bigirin û tevlî berxwedanê bibin. Em bi taybetî bang li keç û xortên Kobanê dikin ku vegerin axa xwe û xwedî li axa xwe derkevin li Kobanêya çeleng derkevin.


ABDURRAHMAN GOK / ERSÎN ÇAKSU/DÎHA/KOBANÊ