Kurdistaniyên li Ewrûpayê tevî dostên xwe li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li gelek navenda dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê bang li Kurdistaniyan kirin ku li her devera lê ne, bi xurtî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bibin.

Ewrûpa xwe ker û lal dike

Di daxuyaniyê de KCDK-E yê îşaret bi bêdengiya CPT, Konseya Ewrûpayê û saziyên din ên navneteweyî hate kirin û daxuyanî bi vî rengî dewam kir:”Dewleta Tirk ji wan cesaretê digire û bi rengekî bê perwa tecrîdê giran dike. Dewleta Tirk, li gel şidandina tecrîda li Îmraliyê, komkujiyên xwe yên li Kurdistanê û zextên li mûxalîfên li Tirkiyeyê zêde dike. Welat kiriye mîna girtîgehekê ku rewşenbîr, mûxalîf û her kesên li dijî sîstemê ne lê hatine zindanîkirin.”

Bi xurtî tevlî çalakiyan bibin

KCDK-E yê li ser çalakiyan di navbera 6 û 21’ê Kanûnê de wê li Ewrûpayê dest pê bikin jî got, “Emê bi rêya çalakiyên girseyî, li ber polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya rejîma Tirk a faşîst rabin. Ji bo em raya giştî ya Ewrûpa û tevahiya cîhanê hişyar bikin, grevên me yên birçîbûnê wê li hemû welatên Ewrûpayê, li Kanada û Awûstralyayê pêk werin û heta encamekê bi dest bixin, em ê bidomînin. 15 û 22’ê Kanûnê jî bi heman armancê em ê li ser asta welat û eyaletan meş û xwepêşandanan organîze bikin.Bi navê KCDK-E’yê, em bang li navend û pêkhateyên xwe, gelê xwe yê welatparêz, hêzên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û mûxalîf dikin ku di navbera 6 û 21’ê Kanûnê de li hemû welatên Ewrûpayê, Kanada, Awûstralya û Japonyayê bi xurtî tevlî grevên birçîbûnê yên bi dorveger bibin û bi serdanên xwe, xwedî li çalakiyan derkevin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN