• Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tir a qirker li dijî Başûrê Kurdistanê, li seranserê Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wan çalakî li dar xistin. Kurdistaniyan peyama, êrişên qirker wê hêrsa me dijwartir bikin, da.
Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê li seranserê Ewrûpayê bi çalakiyên Kurdistanî û dostên wan hat şermezarkirin. Ji Duisburgê heta bi Bernê, ji Viyanayê heta bi Marsîlyayê Kurdistaniyan û dostên wan nexasim jî êrişa li dijî penaberên li Mexmûr û Şengalê rûreş kir. BERLÎN: Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanyayê Berlînê, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk kom bûn, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî Nûrê Alkiş li vir got, ”Dagirker dixwazin, tişta beriya niha nekarî li Şengalê bikin, niha bikin. Civaka Êzîdî wê her tim li ber dagirkeriyê rabe.” DUISBURG: Li bajarê Elmanyayê Duisburgê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin rûreşkirin. Di dema çalakiyê de hevserokê NCDK´a Duisburgê Niyazi Oztaş li vir peyivî û got, ”Êrişên DAIŞ´ê li dijî kampa penaberan a Mexmûrê ya di parastina Neteweyên Yekbûyî de û Şengalê bi dehan cara çêbûn. Hêzên navneteweyî yên ku dengê xwe ji siyaseta komkujiyan a dewleta Tirk re nakin, cesaretê didin dewleta Tirk a qirker.” BIELEFELD: Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarê Elmanyayê Bielefeldê bi beşdariya bi sedan kesî hat rûreşkirin. Çalakgeran îşaret bi wê yekê kir ku êriş û Meşa Demokrasiyê heman rojê bûne. Li ser banga NCDK´ê ne netê Kurdistanî beşdarî çalakiya li ber Gara Trenan a Navendî bûn. Di çalakiyê de pankarta ”Bombeyên Elman li Kurdistanê dibarin” bal bire ser xwe. Çalakger paşê heta bi Meydana Keselbringê meşiyan. [caption id="attachment_254286" align="alignnone" width="1068"] KOLN[/caption] KOLN: Li bajarê Elmanyayê Kolnê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan a Koln û NCKD-Kolnê Kurdistanî hatin ba hev û êrişên dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Şengalê biparêzin’ û ‘Me DAÎŞ têk bir, dora we ye we nekarî Erdogan rawestînin’ hate hildan. Dîsa wêneyê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û alên YPG/YPJ, TEV-DEM û TJK-E hatin hildan. DARMSTADT: Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê jî NCDK- Darmstadtê mîtîngek ji bo şermezarkirina êrişan li dar xist. Kurdistaniyan got, dewleta Tirk a dagirker êrişeke qirkirinê ya topyekun dike û ew ê li dijî vê her roj dakevin meydanan. Di dema mîtîngê de sloganên Dewleta Tirk a Terorîst, Erdoganê qirker, Bijî Serok Apo û Bijî PKK hatin gotin. FRANKFURT: Li bajarekî din ê Hessenê, Frankfurtê jî li ser banga NCDK-Frankfurtê, li Mexdaan Romerê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk bi mîtîngekê hatin rûreşkirin. Xwepêşandêran bi bîr xist ku êriş nexasim li dijî sivîlan bi rê ve çûne û berpirsiyariya civaka navneteweyî hate jî pê re hat bibîrxistin. Xwepêşandêran pankarta li ser nivîsandî ”Kujerê zarokan Erdogan ji koronayê bi tehlûketir e” jî hilgirt. STUTTGART: NCKD, MLKP, Partîzan, MLKP/KKO, Yenî Kadin, Tevgera Jinên Azad, Tevgera Ciwanên Azad, ATÎK û Hevparên YDG’ê li meydana Schlotplatz a Stûttgartê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê protesto kirin. [caption id="attachment_254284" align="alignnone" width="1068"] SAARBRUCKEN[/caption] SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê jî bi organîzeya NCDK´yê li ber Europa Galerieyê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Xwepêşandêran bi bîr xist ku Kurd di vê demê de hewl didin yekîtiya xwe ya netweyî pêk bînin û êriş jî niha pêk hatiye. Wan peyama: ”Dewleta Tirk nikare me çavtirsandî bike. Berevajî vê kîn û hêrsa me wê dijwartir bibe.” KIEL: Li bajarê bakurê Elmanyayê Kielê Kurdisrtaniyan tevî dostên xwe yên Elman li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya li Gara Trênan a Navendî de êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê weke parçeyek ji siyaseta qirkirinê hatin binavkirin. Xwepêşandêran ji ber bêdengiya PDK´ê ya bermaberî van êrişên qirkirinê jî nîşan da. BERN: Li bajarê Swîsreyê Bernê bi beşdariya zêde ya ciwanan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî li ser banga KCDK-E, TJK-E û TCŞ-JCA li ber Gara Trênan a Navendî çêbû. Kurdistaniyan û dostên wan ên swîsreyê pankarat li ser nivîsandî ”Temaşe neke, kurdistanê biparêze!” hilgirt. CENEVRE: Bêdengiya dewletên Ewrûpayê beramberî êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate gotin, li dijî êrişan ew ê berxwedaneke topyekûn bikin. ZURÎCH: Bi sedan kesên li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajarê Swîsreyê Zurîchê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakgeran got, dewleta Tirk êrişên xwe dibe ser çar parçeyên Kurdistan dike û dixwaze Kurdan qirr bike. Li bajarê Swîsreyê Baselê, li bajarên Elmanyayê Hannover, Hamburg û Mainzê, li bajarên Swêdê Goteborg, Helsinborg û Malmo, li bajarên Fransayê Marsîlya, Rennes û Strasbourgê, li bajarê Holandayê Den Haagê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê û gelek bajarên din meş, mîtîng û xwepêşandan li dijî êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê hatin rûreşkirin. ‘Hefteya berxwedan û hêrsa li dijî mêtingeriyê’ KCDK-E’yê piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûrê û Şengalê ‘Hefteya berxwedan û hêrsa li dijî mêtingeriyê’ ragihand. Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku hefteyekê wê bênavber çalakî bên lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Bi dirûşma ‘Her der Kurdistan, her der berxwedan’ em ê li dijî êrişên topyekûn ên dewleta Tirk, tevahiya hefteyê bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku wê tevahiya hefteyê bên lidarxistin wiha ne: ”l Hefteyekê weke hefteya hêrsa li dijî qirkirinê, her roj wê saet di 18:00 de li her qadê çalakî bên lidarxistin. Pêkhate û meclîsên me hemû bi rengekî koordîneyî tevlî plansaziya van çalakiyan bibin. -Roja Sêşemê bi pêşengiya ciwanan çalakiyên demokratîk û rewa li her qadê bên lidarxistin. -Roja Çarşemê li pêşiya parlamentan hemûyan wê êrişên qirker û dagirker bên şermezarkirin. Enternasyonalîst û dost tevlî van çalakiyan bibin û dosyayên têkildarî qirkirinê pêşkêşî parlamentan hemûyan bên kirin. -Rojên Pêncşem û Înê saet di 18:00 de li herêman hemûyan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. -Yekîtiya hêzê ya demokratîk tevî saziyên yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê û dostên enternasyonal dawiya hefteyê li hemû welatên Ewrûpayê, Kanada û Awûstralyayê di asta eyalet û herêman de çalakiyên girseyî pêk werin. -Roja Çarşemê bi pêşengiya Êzidiyan li Hannover û derdora wê meşek pêk were. Roja Şemiyê bi beşdariya ji Oldenbûrg-Bremenê li Bremenê meş û mîtîng bên lidarxistin.”