Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç got, tecrîd ne tenê Kurdan elaqedar dike, ew belavkirina zexta rejîma Erdogan li tevahiya Rojhilata Navîn e.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Ev cara sêyemîn e Kurdistanî li pêşiya CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewrûpa (KE) li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger dikin. Gelê Kurd bi salan e ku tevî dostên xwe bê navber têkoşîna xwe didomîne.

Ji bo protestokirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêr li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 15 Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Çalakî li Mala Çanda Mezopotamya ya Strasbourgê di roja sêyemîn de didome.

Kurdistaniyên li Elmanya û Fransayê, çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan wan. Ji welatê Swîsre û welatên din jî serdanên ji bo piştgirîdayînê têne kirin.

Tecrîd tenê Kurdan eleqedar nake

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, têkildarî çalakiyê agahî da û got, “Ji bo şikandina tecrîdkirina li dijî Ocalan heta em encamê bigirin wê çalakiya me bi biryardarî bidome. Koç bibirxîst ku zêdetirî 2 salan e agahî ji Ocalan nayê wergirtin û wiha dewam kir: “Ev sê sal in ku hevdîtina heyata Îmraliyê pêk nayê û parêzeran jî zêdetirî 7 salan e nekarîn biçin Îmraliyê. Rola Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewropa (KE) di gihiştina tecrîdê ya vê qonaxê de heye. Tecrîda li ser Ocalan ne tenê Kurdan elaqedar dike û di heman demê de tecrîd bi politîkayên zextê yên dîktatoriya Erdogan li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”

Yuksel Koç di dawî de bang li hemû pêkhateyên alîgirên azadî, aşitî û biratiyê kir da ku li ser vê armancê têbikoşin.