Parlamentera HDP´ê Semra Guzel bi daxuyaniyekê got, tecrîd dike ku şer mezin bibe û her cara Ocalan peyiviye jî hêviya ji bo çareserî û aştiyê peyda bûye.

Semra Guzelê berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê jî bi bîr xist û got, berxwedanê hingê karî tecrîdê bişikîne.

Semra Guzelê got, yên tecrîdê ferz dikin xwedî zêhniyeteke faşîst in, tecrîd dewam bike şer wê mezin bibe û xwest tecrîdkirina Ocalan tavilê bê bidawîkirin.

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel li Amedê daxuyaniyek da û got, “Bêdengkirina Ocalan, giriftkirina neçareseriyê ye, şer e, newekhevî û faşîzmeke giran e. Heger Ocalan biaxive, aştî wê pêk were, tecrîd dewam bike şer wê mezin bibe.”

Rêxistina HDP’ê ya Amedê der barê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin pêk hat û parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Mûsa Farisogûllari û Dersim Dag, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên desteserkirî beşdarî civînê bûn.

Parlamenter Semra Guzel bal bire ser têkoşîna li dijî tecrîdê û bi bîr xist ku bi çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên bi pêşengiya Leyla Guven, tecrîd têk bir.

Guzel destnîşan kir ku hikûmetê bi polîtîkaya şer bersiv da daxwaza aştiyê ya Ocalan û got, “Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ya demdirêj e. Hiqûqî nîne. Yê ku deriyê aştiyê veke Îmralî ye û Birêz Ocalan e. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike.”

Xizmeta aştiyê dike

Semra Guzel anî ziman ku zîhniyeta di sala 1999’an de bi komploya navneteweyî Birêz Abdullah Ocalan dîl girt û hewl da hêviya aştiyê ya gelan têk bibe, niha jî bi şer û bêhiqûqiyê hewl dide hebûna xwe dewam bike.

Guzel got, “Birêz Ocalan bi tespît û sekna xwe ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Rojhialta Navîn û tevahiya cîhanê perspektîfa çareseriyê nîşan da û her tim ev yek parast. Ev perspektîfa çareseriyê xizmeta şerî nake, ya aştiyê dike, ya bêhiqûqiyê nake. Perspektîfa neteweya demokratîk e ku xwe dispêre pîvanên jiyana civakî.”

Guzel ragihand ku ev kiryara derveyî mirovahiyê ne tenê li dijî Ocalan e, di şexsê Ocalan de li dijî civakê, jinan û çandê ye, dixwazin wan hemûyan tecrîd bikin.

Ocalan biaxive aştî çêdibe

Guzel got, “Bêdengkirina Ocalan, kûrkirina neçareseriyê ye, şer e, newekhevî û faşîzmeke giran e. Heger Ocalan biaxive aştî wê pêk were, tecrîd dewam bike şer wê mezin bibe.”

Guzel destnîşan kir, ku yên tecrîdê li ser Ocalan ferz dikin, xwedî zîhniyeteke faşîst in û diyar kir ku tecrîd hem li gorî hiqûqa neteweyî hem jî li gorî ya navneteweyî sûc e. Guzel got, “Hikûmeta heyî polîtîkayeke welê dimeşîne ku hem mafên mirovan binpê dike, hem jî destûra xwe ya bingehîn betal kiriye û li ser bêhiqûqiyê hewl dide xwe rewa bike.”

Di daxuyaniyê de hate xwestin, tecrîd tavilê bê bidawîkirin.

 

 AMED