Cenazeyê Îsmaîl piştî Til Îd ji hêla şervanên YPG/YPJ’ê ve hat azadkirin, hat dîtin. Piştî merasîma olî cenazeyê Îsmaîl li Goristana Şehîdana ya Qamişloyê hat definkirin. Konê ji bo Îsmaîl hatibû vedan, ji hêla bi sedan kes ve tê ziyaretkirin.
Piştî şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya ‘Opersyona Şoşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Qamişlo û Kobanê re’ gundê Til Îd ji di nav de 20 gund ji çeteyan hatibû azadkirin. Di wê demê de şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyê welatiyê Kurd Ebdulkerîm Îsmaîl li gund dîtibû. Cenazeyê Îsmaîl berî çend rojan ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselûn a Qamişloyê spartin axê.

QAMIŞLO