SADIYE ESER / MA / STENBOL

 

Nivîskar-helbestkar Selîm Temo behsa wêjevanê Kurd ê navdar Mehmet Uzun kir û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn wî ew ji nû ve zindî kirin. Rewşênbîrên Kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin, rahişt wan û ew anîn nav me.”

Di ser wefata nivîskarê navdar ê wêjeya Kurdî Mehmet Uzun re 11 sal derbas bûn. Nîvê jiyana xwe ji ber serdemên siyasî li sirgûnan derbas kir. Uzun sala 1953’an li navçeya Rihayê Sêwregê tê dinê û bi vegotina çîrokên malbata xwe mezin dibe. Piştî darbeya 12’ê Adarê tê girtin û di Girtîgeha Eskerî ya Amedê de dimîne. Li girtîgehê bi alîkariya rewşenbîrê kurd Musa Anter û kurapê xwe Ferît Uzun fêrî nîvasandina Kurdî bû. Uzun piştî girtîgehê li Dibistana Mamosteyan a Teknîka Enqereyê perwerdehiya xwe dewam kir û bi hevalên xwe re kovara Rizgarî  derxist û gerînendetiya giştî ya kovarê kir. Ji ber nivîsên xwe hat dadgehkirin û piştî 8 mehan, rêwîtiya wî ya sirgûnê dest pê kir. Ji ber zextan neçar ma sirgûnî Swêdê bibe.

   

Romana dawî xilas nekir

Romanên mîna “Tu“, “Mirina Kalekî Rind”, “Siya Evînê”, “Bîra Qederê” û gelek romanên din bi Kurdî nivîsandin.

Sala 2006’an nexweşîna penceşêrê lê peyde bû û piştî demekê li Nexweşxaneya Enstîtûya Karolînska Stockholmê derman bû, vegeriya Amedê. Uzun wexta vegeriya Amedê digot, “Ez ne ji bo mirinê hatime vir, ji bo ez bijîm hatime vir.” Di dema nexweşîna xwe ya giran de dest bi nivîsandina romanekê kir, lê beriya berhema xwe ya dawî bike, 10´ê Cotmeha 2007´an wefat kir.

Qeyûm xwe li navê wîê ranegirt

Qeyûmê şaredariya Yenîşehîra Amedê dagir kirî kî xwe li navê Mehmet Uzun ranegirt û navê wî yê li parkeke li navçeyê kirî, da rakirin.

 

 Zû konê xwe ji nav me bar kir

Nivîskar û akademîsyen Selîm Temo behsa Mehmet Uzun û wêjeya wî kir. Temo ji bo Uzun got, “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn wî ew ji nû ve zindî kirin. Rewşênbîrên Kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin, rahişt wan û ew anîn nav me. Bi vî awayî hem ji bo xwe û hem jî ji bo nifşên pişt xwe kevneşopiyek afirand. Her romanek wî bi serê xwe qedirbilind e. Em dikarin bibêjin ku Mehmet Uzun ‘wêjeyeke bijare ava kir’. Hemû tiştên herêmî û neteweyî bi awireke hemdemî dît û îfade dikir. Qedera hemû rewşenbêrên li sirgûnê parve kir. Di dema herî zêde wê ji bo me bi xêrûbêr bûya, ji nav me bar kir.”

Wî dê Erich Auerbach binivîsanda

Temo ji hevnasîna xwe ya ya Uzun jî ev agahî dan: “Ji rexneyan re pir vekirî bû. Ji dil ve gelek hestewar bû. Carinan dema behsa ‘mirina’ qehremaniya romanê dikir digiriya. Tenê ne wêjeya Kurdî, her wiha wêjeya cihanê jî baş nas dikir. Mesele herî dawî dê Erich Auerbach binivîsanda.”

Temo herî dawî wiha got: “Kekê Mihemed, çarenûsa ku mêhtingera li kutika me nivîsand, guherand. Berxwedaneke zimanî, neteweyî û çandî tîp bi tîp, peyv bi peyv û hevok bi hevok honand. Ez li gorî xwe xwedî li keda wî û mîrasê wî derdikevim. Çimkî hemû nivîskar, li pey mîrasa wî ne.”