Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik xwest gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî li ber xwe bidin û got, wê di encamê de serketin a berxwedêran be.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayik, li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivî. Bayik bi bîr xist ku QSD, YPG-YPJ û gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê, di şerekî dîrokî de ne û di berxwedaneke bi rûmet de ne, û di vê çarçoveyê de silav li hemûyan kir û ji bo serketin xwest. Bayik got: “Lazim e, gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê û QSD, YPG-YPJ bizanibin ku Kurd hemû, wijdanê însaniyetê li gel berxwedana wan a dîrokî ye. Li ku derê ji bo rûmetê berxwedan hebe, li ku derê ji bo wîjdanê însaniyetê berxwedan hebe, însaniyet li gel wan e. Yê ku ji bo wan têkoşîn û fedayitiyê bike, daîm jî bi ser dikeve. Berdêl çi dibe bila bibe, êş çi dibe bila bibe, encam digire. Şerekî meşrû dimeşînin, şerekî rûmetê dimeşînin, şerekî azadî û demokrasiyê dimeşînin. Ti kes nikare li pêşiya vî şerî bisekine. Dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst, sîleh û teknîkeke giran çiqas dişixûlîne bila bişixûlîne, ti caran nikare îradeya rûmetê, berxwedanê, azadî û demokrasiyê bişkîne. Niha ew êrişên dewleta Tirkiyê di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, wateyek wê heye. Her însanekî Kurd, yê ku girêdayî nirxên însaniyetê, wijdan û nirxên însaniyetê temsîl dike, dikare maneyekê bide vê. Tê zanîn di 9’ê Cotmehê de Komploya Navnetewî li Suriyê xistin pratîkê. Da ku Rêber Apo ji Suriyê derxin û di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Da ku qirkirina gelê Kurd bi ser bixin. Ev komplo ji bo vê kirin.

Armanca wan qirkirina Kurdan e

Dixwazin komployê bigihînin hedefê. Yanî Rêber Apo, têkoşîna ku Rêber Apo ji bo Kurdan, gelên Rojhilata Navîn, ji bo însaniyetê dimeşîne tasfiye bikin. Da ku li ser vî esasî qirkirina Kurdan pêk bînin û encam wergirin. Ji ber ku dizanin heta PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan bi ser bixin. Ji bo vê bi îmkanên xwe hemûyan tên ser Hareketa Azadiyê, tên ser gele Kurd. Niha ew êrişa ku dagirkerê faşist û qirker yê Tirk îro li Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê dike, lazim e Kurd û însaniyet armanca vê êrişê baş fêm bikin. Hedefa wan ew e ku dixwazin him li aliyê Bakur him jî li aliye Rojava Kurdan ji sînor dûr bixin. Da ku bikaribin têkiliyên beşên Kurdan ji hev qut bikin. Da ku bikaribin komkûjiyan li ser Kurdan bikin û qirkirinê pêş bixin û encam wergirin. Binêrin, çiqas li Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê dagirkerî, qetlîaman dimeşînin, di heman wextê de li ser xetê, ji Cizîra Botan bigire heta Pirsûs û Bîrecikê jî li ser sînor, li aliye Bakur êrişî gel dikin. Topan diavêjin, şehadet û birîndaran çêdibin, dibêjin QSD ev kiriye. Ev derewên mezin in.

Her kes deyndarê Kurdan e

Her kes jî dizane ku Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd dikin qurban. Gele Kurd, ji bo însaniyetê, heta ji bo wan jî xizmeteke pir mezin kir. Li dijî DAÎŞ´ê kes nesekinî, Kurd sekinîn. Şervanên azadiyê sekinîn û gelek şehîd û berdêl dan. Derbên mezin li DAÎŞ’ê xistin. Ew dewlet, însaniyet ji belayeke mezin xilas kirin. Her kesek deyndarê Kurdan e. Li şuna deynên xwe bidin, çi dikin? Berevajî alîkariya DAÎŞ´ê dikin. Alîkariya Erdogan dikin. Da ku Erdogan û DAÎŞ tola xwe ji Kurdan hilînin.

Amerîka, bi navê parastina sînor, ji bo ku Tirkiyê bikevê Bakur û Rojhilatê Suriyê rê vekir. Bi vê tîfaqê ve rê vekir, ketina Tirkiyê jî meşru kir. Ew rê girtîbû, meşrûbûneke Tirkiyê jî nebû. Lê belê bi wê tifaqê Amerîkayê him teşwîq kir him rê vekir û him jî meşru kir. Jixwe Rûsya ji berê ve gotibû, ketina Tirkiyê meşru ye. Yanî pêk ve ew plana pêş xistin.

Divê Başûr biryarên xwe pêk bîne

Niha li Başûr 14 partiyan biryarek wergirtiye, parlamentoya Başûr biryar girtine. Ez wan biryaran di cih de dibînim, silav dikim, ji wan re hurmetê dikim. Ez dibêjim bila van biryaran di pratîkê de pêk bînin. Ne di axaftinê de û li ser kaxizan bimîne. Ji bo vê pêwîst e sînorê Rojava bi temamî vekin, pêşiya gel vekin. Kesên ku dixwazin biçin Rojava û di şer de cih bigirin, bila biçin, pêwîst e ti astengiyan ji bo wan çênekin. Bi her aliyan ve pêwîst e alîkariyên madî û manewî ji bo qehremanên Rojava bikin. Ya rast ev e. Li beşên din, li derveyî welat ciwanên Kurd, keç û xortên Kurd, lazim e berê xwe bidin Rojava. Ên ku biçin bila biçin, ên ku naçin li cihên ku dimînin li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bi her awayî bikin.

Em bi îmkanên xwe hemûyan bi wan re ne

Îro Kurd ne tenê ji bo rûmeta xwe têkoşînê dikin, êşê dikişînin, berdêlan didin; ji bo tevahî gelê mintiqê, Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê, ê ku wîjdanê mirovahiyê temsîl dikin, ê ku ji bo edaletê, demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê têkoşîn dikin, ji bo van hemûyan van berdêlan didin, êşan dikişînin. Ji bo vê mirovahî xwedî li vê têkoşînê derdikeve. Ji ber Kurdan fêhm kiriye dewleta Tirk a faşîst û qirker dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake, li têkoşîna rûmetê ya li Rojava xwedî derdikeve. Lê xwedîderketin li xwe xwedîderketin e. Ji bo vê her berdêlê li ber çav digire. Ji bo vê jî di encamê de wê gelê Kurd bi ser bikeve. Him jî wê pir xurt bi ser bikeve. Li ser vî esasî careke din ez wan silav dikim, pîroz dikim. Lazim e, QSD, YPG-YPJ, gelên Bakur û Rojhilatê Surî, di serî de Kurd û Ereb, Suryan, Asurî, Çerkez, Ermenî, Tirkmen hemû, çi çand, mezhep, gel hene, divê bizanibin em li gel wan in. Bi îmkanên xwe hemûyan em li gel wan in. Em ê têkoşînê bikin, em ê bi ser bikevin. Li ser vî esasî ez ji we re serkeftinê dixwazim.

 

ANF/BEHDÎNAN