Berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanyayê Berlînê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Bagdûr û Cemal Kobanê piştî dermankirina 5 rojan, li Kaselê li Komeleya Kurd bi coş hatin pêşwazîkirin.

Badûr û Kobanê yên li bajarê Elmanyayê Kasselê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, piştre çalakiya xwe li gel ya berxwedêrên li Berlînê kiribûn yek.

Bagdûr û Konbanê 118 rojan çalakiya xwe domandibûn. Piştî peyama Ocalan a bidawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê, Bagdûr û Kobanê dawî li çalakiya xwe anîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Bagdûr û Kobanê piştî dermankirina 5 rojan vegeriyan Kasselê.

Herdu çalakvan bi coş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin pêşwazîkirin. Çalakvanan anî ziman ku berxwedan bi dawî nebûye ew ê bê navber berxwedana xwe dewam bikin.

 

KASSEL