Ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkan a li Efrînê, li bajarê Rojavayî Kurdistanê Hesekê, meşek hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Kongreya Star hate kirin û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Meşê li pêşiya avahiya TEV-DEM’ê dest pê kir. Di meşê de pankartên ku bi wan dagirkerî hat rûreşkirin,hatin hilgirtin.

Çalakiya protestoyê li Stada Şehîd Bilind veguherî mîtîng. Rêvebera Kongreya Star, Mûna Yûsif bal kişand ser polîtîkaya dermirovahî ya li Efrîna dagirkirî.

Mûna Yûsif diyar kir ku hêzên YPG û YPJ’ê û gelên Efrînê berxwedaneke dîrokî li hemberî dagirkeran nîşan dane û bal bir ser wê yekê ku ev berxwedan wê Efrînê rizgar bike.

 

ANF / HESEKÊ