Di meclîsê de 82 kesên ji nûnerên gelên cihê pêk tê cîh digrin. Bi veqetandina 3 qanton a Efrîn, Kobanî û Cizîrê re ji bo Rojava re “Modela Îsvîçre” hate gotin.  Alîkara Şaredara Efrînê û Berpirsiyara bi Karên Gel re Nurşah Huseyîn, xebatên meclîsê ji DÎHA’yê re vegot. 
Huseyîn, diyar kir ku amadekariyên vê meclîsê ji berê de ji aliyê TEV-DEM’ê hebû. Di xebatên meclîsan de xebatên Konseya Bilind a Kurd pir mezin bû. Hemû kesên li Rojava dijîn, ji gelan nûner di Navenda Konseya Bilind a Kurd de cih girt. Ne tenê Kurdan, ereban, asuriyan, ermenan, çeçenan di meclîsê de cih girtin. Bi vê xebatî re di çerçoveya Xweseriya Demokratîk de me meclîsek îlan kir.”


‘Meclîs xebatên xwe didomîne’

Huseyîn, destnîşan kir ku avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavayê dê pir girîng be û anî ziman ku armanca wan a bingehîn ew e ku her kes, her nûnerên gelan di meclîsê de cih bigire û xebateke hevkar bimeşîn e ye.´ Huseyîn, destnîşan kir ku Rojava ji sê eyaletan pêk tê; lewra di hêla erdnigarî de ji hev hin dûr û cûda ne. Huseyîn, wiha got: “Nêzî 850 kîlometreyek valahiyek heye di nava van her sê eyaletan de. Cizîrê, Kobanî û Efrîn ji sê eyaletan pêk tê. Dê xebatên van jî dê meclîsên cuda cuda ku di nava wan de gel û baweriyên li wir dijîn bên avakirin û Rêveberiya Demî ya Rojava bê avakirin.”

‘Hemû êrişî me dikin’

Huseyin, anî ziman ku bandora ku xebatên ji bo “Xweseriya Demokratîk” bê avakirin hatiye vê astî kiriye berxwedana YPG û YPJ’ê ye.  Huseyîn, wiha pê de çû: “Ji ber ku niha li ser Rojava ambargoyek mezin heye, ji her derî ve hatiye dorpêçkirin. Di bidestxistina Til Koçer de berxwedanek mezin hate nîşandan. Dîsa di gelek noqteyan de êrîşên çeteyan berdewam dike. Divê em vê jî baş diyar bikin ku li Suriyeyê di navbera çeteyan û rejîmê de şer tune ye, êrîşê hev nakin, belkî li derekî laqê hev hatibin bi tesadufî êrîşê hev kiribin; lê hemû berê xwe dane Rojava ango êrîşê Kurdan dikin. Niha OSO û çeteyên El Nusra yên girêdayên El Kaîdê ne Efrînê dorpêç kirine. Tenê deqeyek fermandarê YPG’ê çavên xwe bigirin dê êrîş bikin û bikevin Efrînê. Ji ber vê yekî niha li Efrînê ne tenê şaredariyê hemû saziyan dev ji karê xwe yên esasî berdane amadekariyên ji bo rewşeke lezginî bê kirin dikin. “

DÎHA/AMED