Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê 2, li Şirnexê 5 û li Silopiyayê jî 2 çekdarên dewleta Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya endamekî YPS’ê yê 9’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye jî hat eşkerekirin.

Agahiyên ji daxuiyaniyê hatin wergirtin weha ne:

NISÊBÎN: 21’ê Gulanê li taxa Şehîd Gelhatê tankek û kepçeyek hatin derbkirin. Heman rojê, wesayîteke zirxî û kepçeyeke din hatin derbkirin. Heman rojê di çalakiyeke li dijî çekdarên dewleta Tirk ên li malekê bi cih bûyî de 2 tîmên taybet  hatin kuştin, yek jî birîndar bû. Dema çekdarên dewleta Tirk hewl dan cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin û gelek çeteyên dewletê hatin kuûtin û birîndarkirin, lê hejmar nehate zelalkirin. YPS´ê wekî din da zanîn ku ji 2 rojan ve dewleta Tirk bi balafirên şer taxên di kontrola YPS´ê de bombe dike, fuzeyên tesîra wan 400 metro ye û çekên kimyewî bi kar tîne. YPS´ê da zanîn ku19’ê Gulanê wan pêgereke hewayî ya keşfê xistiye xwarê û di vê pêgera hewayî de cîhaza pîvanê û cîhaza koordînekirina balafiran hebû.

ŞIRNEX: Roja 19’ê Gulanê kepçeyeke hewl dayî bikeve Taxa Bahçelîevlerê bi çalakiyek sabotajê ve hate rûxandin û ajokar hat kuştin. Di dema hewldana destwerdanê de jî çekdarekî dewleta Tirk hat kuştin û yek hat birîndarkirin.

20’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê çekdarên dewleta Tirk ên ji wesayîta zirxî ya Kîrpî dihatin xwarê bûn armanca çalakiyekê û di encamê de çekdarek hat kuştin. Heman rojê çepereke çekdarên Tirk bi çekeke SPG-9  hate rûxandin. Eynî rojê tankekê derb xwar û vekişiya. 21’ê Gulanê çeperên artêşa Tirk bûn aramnca çalakiyekê, çekek giran hate rûxandin, çekdarek jî hat kuştin. Tankeke ji bo hewarê hatî jî bi roketan hat îmhakirin.

21’ê Gulanê wesayîteke zirxî ya Kobra di navbera taxên Aydinlikevler û Îsmetpaşayê de hat derbkirin û vekişiya. Heman rojê, ji çekdarên hewl dayî bi pêş de biçin yek hat kuştin. Heman rojê, wesayîteke zirxî ya Kobrayê hat derbkirin û çeka wesayîtê hate rûxandin.

SILOPIYA: Di şerên 9 û 11’ê Nîsanê yê li taxên Karşiyaka, Ş. Harûn û Barbarosê de 2 çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin. YPS´ê da zanîn ku di şerê 11’ê Nîsanê de yekîneyên wan çekek ji ser çekdarê dewletê rakiriye.

YPS´ê nasnameya endamê xwe yê di şerê 9’ê Nîsanê de jiyana xwe ji destdayî jî weha eşkere kir: Tîrêj Goyî / Bedel Oncu; li Qilebanê ji dayik bûye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN