Weke li cem gelek civakên ayînî yên Kurdistanê yên weke Yarsan û Êzîdiyan, di çanda civaka Elewî de jî tembûr xwedî cihekî taybet e, Ji ber wê jî gelek pisporên tembûrê ji nava welatiyên Elewî derdikevin. Yek ji van hostekarên tembûrê jî Huseyîn Ozer e. Ozer penaberê Xoresanê ye û ev 49 sal in ku bi tembûrê re hevaltiyê dike, li kuçeyên Izmîrê ji xwe re atolyeyek vekiriye, li dijî hemû êrişên çandî li berxwe dide. 


Tembûr bi destan çêdibe

Ozer dibîje, her cara ku ew tembûrekê çêdike, jê hînî tiştekî nû dibe û eşkere dike ku tembûr bi keda destan çêdibe, dirûv digire û ruh pê tê. Ozer dibêje, ew mehekê herî zêde dikare 3-4 tembûran çêke, û ew nikare bi leza fabrîqeyan re reqabetê bike. Li ser tembûrên li fabrîqeyan tên çêkirin jî ev dibêje: “Niha hostayên nû rojê 100 tembûrî çêdikin. Lê tembûrên ku tên çêkirin di mehekê de yan zingar digirin yan jî perdeyên wan diqetin, berdidin û ji ser destik dikevin. Temenê van tembûran herî zêde salek e, lê ji ber buhayê wan kêm e, xelk wan dikire.” Ozer bi lêv dike ku karê tembûrê karek e ku pirr ked jê re divê û wiha dipeyive: “Ev 49 sal in ku ez vî karî dikim lê hêj ez şagirt im. Bi her tembûrê re ez hînî tiştekî nû dibim.  Ji ber wê jî fabrîqeya tembûrê nabe. Ked jê re divê.”


Pîşeyê xwe wê dewam bike

Ozer dide zanîn ku kalê wî di malên cemê de li tembûrê dida û ji wê rojê heya niha bi evîneke mezin nêzî tembûrê dibe. Ozer balê dikişîne ser zexta li ser Elewiyan û vederkirina wan jî û dibêje, ji Kerbelayê heta niha li ser Elewiyan zext û zordarî dewam dike.

Ozer îşaret bi zehmetiyan bike jî, dide zanîn ku tevî her tiştî jî ew ê pîşeyê xwe dewam bike û wiha peyivî: “Min ji vê dewletê ti tişt fêm nekir. Destê hunermendan nagire lê bi gotina ‘huner, huner’ li meydanê digere. Dernakeve nava gel, hunermend çi dike? Li rewşa wan napirsê. Lê dema bivê derî li te digire, heke tu bibêjî tine, dê bi zorê ji te bistîne. Perên te tine bin, bi riya îcrayê dest datîne ser dikana te. Ma, ev e piştgiriya bo hunermendan?”


‘Pîr Sultan li ber xwe da em êjî li ber xwe bidin’

Ozer eşkera dike ku her roja ku derbas dibe cîhan bêhtir xirab dibe, lê ew wekî gelê Elewî dê li hemberî zordariyê stûyê xwe netewînin û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Bila her kes vê baş zanibe; Pîr Sultan Abdal çawa li dijî xirabiyê li ber xwe da em ê jî li ber xwe bidin. Em ê serê xwe netewînin. Em ê li tembûra xwe bidin û gotina xwe bînin ziman.” 


 IZMÎR