Wekîlên HDP'yî yên li Cizîrê ragihandin ku heta niha 7 welatiyan ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest da. Wekîlên HDP'yî  bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin da ku xwedî li gelê Cizîrê derkevin.

Parlamenterên HDP'ê yên li Cizîrê derbarê terora dewletê ya li navçeyê de agahî dan. Wekîlan got, "Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin da ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin."

Ji heyeta HDP'ê ya li Cizîrê ye parlamenter Aycan Îrmez, Ayşe Acar Başaran, Enîse Guneylî, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk, Leyla Guven, Mahmût Togrûl, Mehmet Alî Aslan, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp û Ziya Çalikan daxuyanî da raya giştî.


Hiqûqa dijminatiyê bi kar tînin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cizîr ev sê roj in ji aliyê hêzên taybet ên Qesrê û AKP'ê ve hatiye dorpêçkirin û destnîşan kir ku ew bi hiqûqekeke dijminatiyê ya ku faşîzma Hîtler li dû xwe hiştî re rû bi rû ne.

Wekîlan diyar kir ku ti ji daxuyaniyên Qesrê û Waliyê Şirnexê ku weke midûrê taybet ê AKP'ê dixebite, ne rast in û got, "Em bi fikar in bê Birêz Walî ji raya giştî û hurmetê çi fêm dike. Di vî şerê Qesrê û AKP'ê yê li hemberî gelê Kurd de, heqîqetê li gorî dilê Qesrê berovajî dike û hem raya giştî dixapîne hem jî li hemberî raya giştî bêhurmetiyeke mezin dike. Midûrê taybet ê Qesrê û AKP'ê Birêz Walî heqîqetê qetil dike."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "7 hevalên me yên wekîl, piştî astengiya 24 saetan bi zor di 6'ê Îlonê de saet 17:30´an keys lê anîn ku bikevin nava Cizîrê. Li bendên polîsan hatin sekinandin, heqaret li wan hat kirin, rastî lêdanê hatin. Hevalên me yên parlamenter bi meşê xwe gihandin ber Nexweşxaneya Dewlete ya Cizîrê. Rewşa ku me li nexweşxaneyê dît, rewşeke welê bû ku hiqûqa şer jî lê hatibû binpêkirin."


Nexweşxane bûye qereqola polîsan

Heyetê diyar kir ku polîsan nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê kiriye baregeheke şer û daxuyaniya xwe wiha domand:  “Du welatiyên me ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan, pitikek ji ber ku nikarîbûn rakin nexweşxaneyê, zarokeke keç a 10 salî û du ciwan ji ber birînên bi fîşekan bi giştî 7 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.“


Cenaze di germê de sekinandin

Heyetê ragihand ku ji ber êrîşên polîsan gel ne dikare cenazeyên xwe bibe goristanê, ne jî nexweşxaneyê. Cenaze li mizgefta taxê tên sekinandin. Ji ber vê jî cenazeyê welatiyê bi navê Saît  Çagdavûl, li mizgefteke li Taxa Nûrê tevahiya rojê di bin germa 40 pileyî de ti taybetî tê sekinandin. 


Av,elektirîk û nan nîne

Heyetê ragihand ku li navçeyê firin girtî ne, nanê li malê qediya ye û got, "Bi taybetî li taxên Nûr, Cûdî û Sûrê, elektrîk û av nîne. Şîr, xwarina pitikan, xurek li ber qedandinê ne. Gelek pêkanînên ku bi jimartinê naqedin, ji yên salên 90'î qat bi qat zêdetir niha hene."


Banga li çapemenî û raya giştî 

Heyetê bang li çapemenî û raya giştî kir da ku li hemberî Cizîrê hişyar û hestyar be. Heyetê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û bangawaziya xwe wiha domand: “Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li erdnîgariya me, bi taybetî jî li Cizîrê hişyar û hestyar be. Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin.“



Gelê Cizîrê: Berxwedan wê bidome

Li Cizîrê ku ji ber terora dewletê 7 kes lê hatin qetilkirin, şêniyên taxan li hemberî Erdogan û AKP'ê gelekî bi hêrs in. Cizîrî her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî komkujiyan jî rexne dikin û destnîşan dikin ku berxwedana wan wê bidome.


Hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe

Ji ber dorpêç û êrîşa polîsan heta niha Haci Ata Borçîn ê krîza dil derbas kir û Xetban Bulbul, li taxa Nûrê Mehmet Emîn Levent, Saît Çagdavul ji ber ku xelkê nekarî wan rake nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, dîsa zaroka 35 rojî ya bi navê Muhammed Tahîr Yaramiş jiyana xwe ji dest da ji ber ku gihandina wî ya nexweşxanê hat astengkirin. Li taxa Cûdiyê jî Cemîle Çagirga û Osman Çagli ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Bi vî rengî hejmara kesên li Cizîrê hatin qetilkirin gihişte 7´an. 


Navê zaroka xwe dike Aştî

Yek ji taxên ku şer lê zêde ye taxa Nûrê ye û welatiyên li vir bi qasî ku li dijî êrîşên polîsan bi hêrs in jî bi israr doza aştiyê dikin. 

Ji welatiyên taxê Omrum Bîlkîç axivî û diyar kir ku ew ê navê zaroka xwe ya çêbe, bikin "Aştî" û wiha peyivî: "Ev 3 roj in ku polîs nahêlin em derkevin derve. Zarokên 35 rojî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Zarokên biçûk dibin hedefa polîsan. Mirovên ku li vî welatî dijîn û parazvanên sewalan her hal ji mirovan hez nakin. Li vir zarokên me yên biçûk dimirin ti kes dengê xwe dernaxîne. Êdî em dixwazin ev bi dawî bibin. Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn."


Gelê Botanê têk naçe

Welatiya bi navê Hanim Sayin a dayika 5 zarokan e jî hêrsa xwe bi gotina "Lenet li dewleta ku zarok û dergûşên me dikuje bê" anî ziman û wiha axivî: "Segvan zarokên ku derdikevin derve jî dikujin, nahêlin ambulans bên taxê. Bila Erdogan xwe bike şûna me û bila bifikire ku ev tişt hatine serê kurê wî, gelo wê çiqas li ber xwe bide."

Celal Yildirim jî li hemberî qetlîama ku polîs pêk tînin nerazîbûn nîşan da jî wiha got: "Tu li qesra xwe rûdinê û zarokên vî miletî bi hev didî kuştin. Eger ji te tê tu were. Keça xwe kurê xwe bigire cem xwe û were. Bi ciwanên Botanê re şer bike. Tu hemû cîhanê bi ser Cizîrê de bişînî jî gelê Botanê wê têk neçe."


Du kesên din hatin qetilkirin


Şevê din li Cizîrê ciwanên bi navê Osman Çagli (18) û Cemîle Çagirga (10) ji ber guleyên polêsên Tirk jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Abdullah Ozcan jî doh ji lingê xwe hate brîndarkirin.

Li Cizîrê, ciwanê bi navê Osman Çagli yê bi guleya segvanan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehişt wî rakin nexweşxaneyê, xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, ciwanê bi navê Osman Çagli (18) yê bi guleya segvanan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehişt wî rakin nexweşxaneyê xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Cûdî, ku tê gotin ji ber gulereşandina segvanan gelek kes birîndar bûne, polîs nahêlin kesek biçe nexweşxaneyê. Welatiyan hewl da bi wesayîtê Çagli û birîndarên din rakin nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku polîsan gule li wesayîtê reşandin, neçar man vegerin. Çagli yê gule li zikê wî ket, ji ber xwîna zêde ya ji ber wî çû, jiyana xwe ji dest da.

Ramazan Çagirga, sala 1992'an ji ber ku guleya topê li mala wî ket ji malbata xwe 7 kes ji dest dan. Pêr bi şev jî keça wî ya 13 salî Cizîra Botan (navê di nasnameya Tirk de Cemîle Çagirga) a ku jê re digot 'hevrêya min' hat qetilkirin.


ŞIRNEX