Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: Yên ku ev biryar û berxwedana dîrokî herî zêde fêhm kiriye, dayikên Kurd in. Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanan helwêsteke lehengî ye, pîroz e. Xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne.

Komîteya Zindanan a PKK û PAJK’ê li ser rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem, nedorveger 6’ê Mijdara 2018’an bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li zindana Amedê dest pê kir û hate gotin, “Daxwaza yekane bidawîkirina tecrîdê ye ku di şexsê Rêberê me de li ser gelê Kurd tê ferzkirin û têkbirina faşîzmê ye. Leyla Guven got, ‘Dil û mejiyê min ti carî tecrîdkirina Rêbertiyê qebûl nekir’ û serî hilda. Ev berxwedan belav bû û li hepsên Kurdistan û Tirkiyeyê deng veda. Raperîn ji zindanan bihurî û pêl bi pêl li gelemperiya dinyayê belav bû.”

Berxwedêran dek û dolab betal kirin

Komîteyê bi bîr xist ku bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev şeş meh in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem, nedorveger de ne û diyar kir ku “Dewletê bi zext, dek û dolaban hewl da berxwedanê têk bibe, lê belê berxwedêran bi biryardariya xwe hewldanên dewletê têk birin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 30 girtiyên li zindanan 30’ê Nîsanê û 10’ê Gulanê greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê ku yek ji şêweyên herî giran ên çalakiyê ye û biryardariya xwe ya mezin nîşanî her kesî daye.

Muheqeq berxwedan bi ser dikeve

Komîteya Zindanan a PKK´ê destnîşan kir ku çalakiya rojiya mirinê di meşa azadiyê ya gelê Kurd, gelên bindest û mirovahiyê de biryar û qonaxeke dîrokî ye: “Çawa ku Berxwedêriya Zindana Amedê ya Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Sara, Çaran li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serketineke mezin a îdeolojîk afirand û gelê me gihand vê serdemê, hevrêyên li zindanan ên bi xet û ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin, îrade, wêrekî û biryardariya wan wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe, dawî li tecrîdê bîne, faşîzmê hilweşîne û di azadkirina Kurdistanê de bi roleke dîrokî rabe.”

Herî baş dayikan fêm kir

Komîteyê wiha dewam kir: “Yên ku ev biryar û berxwedana dîrokî herî zêde fêhm kiriye, dayikên Kurd in. Xwedîderketina li Berxwedana Zindanê ya Mezin a Dayikan, li Kurdistan û Tirkiyeyê esas, pîvan û rêbaza têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Pîvana bingehîn a mirovbûnê û wezîfeya welatparêzbûn, demokratbûn û şoreşgeriyê ye ku mirov tevlî vê têkoşînê bibin.

Pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, bi pêşengiya Greva Birçîbûnê û Rojiya Mirinê ya Mezin, desthilatdariya AKP-MHP a faşîst têk biriye, ji hev xistiye. Çetekariya Erdogan-Bahçelî baş dibînin ku wê têkçûna wan gelekî mezin be, lewma ji bo emrê xwe dirêj bikin bi her şêweyan êrîşên faşîst dikin, dek û dolaban digerînin. Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanê, bi wate, îrade û wêrekiya dîrokî ya jinên Kurd, helwêsteke lehengî ye, pîroz e. Êrişên çeteyên faşîst li dijî dayikên Kurd tên kirin jî, li gorî rol û wateya xwe ya dîrokî, nemerdî ye û encama tirsa ji têkçûnê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Komîtiya Zindanan a PKK/PAJK´ê got, xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne.

 

ANF / BEHDÎNAN