Êrîşên komên çete li dijî herema Efrînê berdewam dikin. Beriya çend rojan van koman daxuyaniyek belav kir, tê de gef li Kurdan xwarin û 'şerê giştî' li dijî YPG'ê îlan kirin. Wek hincet jî van komên kirêkirî, qaşo alîkariya ku PKK'ê dide Şîiyan li Helebê, nîşan dan.

Wek tê zanîn komên çete ev demeke dirêje li bejahiya Helebê dest bi karê kirêt û terorê kirine. Li dijî gundên Şîî û Kurdan êrîşan bi rêve dibin û her tiştî didizin û talan dikin. Bi hinceta ku xelkên bajarên Nebel û Zahra yên ji mezheba şîî ne, alîkariya rejîma Esad dikin, van koman ew her du bajar dorpêçkirine û dixwazin komkujiyan li wir pêk bînin. Ji ber hindê ew hêzên Kurdan bi dayina alîkariya  ji bo van bajaran, tewanbar dikin û dixwazin tolê ji Kurdan û herema Efrînê hilgirin.
Ji dema ku rêxsitina Hizbuhlah a Libnanê tevî şerê li Sûriyeyê bûye, komên çekdar darbeyên giran dixwun. Şervanên vê rêxistina Şîî û artêşa Esad dikarîbûn bajarê Qisêr li jêr desthilatdariya van koman rizgar bikin û bi sedan ji endamên wan bikujin. Niha hijmarek mezin ji şervanên Hizbullah, Îran, şîİyên Iraqê û Artêşa Sûriyeyê, Heleb ji her çar parçeyan ve dorpçêkirine û dixwazin êrîşek mezin li dijî komên çekdar pêk bînin. Ev komên çekdar jî li şûna ku şerê hêzên şîî bikin, berê xwe dane Kurdan û hewl didin herema Efrînê dagir bikin.
Ji komên çete tê xwestin ku ew cih li Kurdan teng bikin. Kurdan tengav bikin û wan derbider û koçber dikin. Ew qebûl nakin ku Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî hêz û rêxsitin. Ji ber hindê em dibînin ku çawa ev kom û muxalefeta nijadperest bi her şêweyî hewl dide Kurdan têk bibe û hinceta sereke jî ew e, ku qaşo Kurd alîgerên rejîma Esad in û destûrê nadin hêzên çete ku ew komkujiyan li dijî sivîlên şîî pêk bînin.
Şerê li Sûriyeyê êdî bûye şerekî mezhebî yê vekirî li ser astek navnetewî. Beriya çend rojan komên çekdar yên muxalefetê li bajarê Dêr al-Zorê bi qasî 60 sivîlên şîî kuştin. Medyaya Ereb behsa vê komkujiyê nekir. Hewl da ser binxumîne. Eger Kurd li Rojava ne xwedî hêz bûna û eger YPG nebûya, dê ew jî rastî komkujiyên mezin bihatana û derbider bibûna.
Li Sûriyeyê şîî li dijî Suniyan û Sunî li dijî şîiyan şer dikin. Beriya çend rojan bi sedan oldarên Sunî li Qahîreyê kongreyek lidarxistin û banga 'cîhadê' li dijî Îran û Hizbullahê kirin. Ev kongre wê di dîroka heremê de bibe destpêkirina 'şerê 100 salî' di navbera şîî û Suniyan de. Wê welatên Ereb bi hemû derfetên xwe hewl bidin hêza şîiyan li ser erdê Sûriyeyê têk bibin. Wê bi milyaran pereya ji bo pêkanîna vê armancê xerç bikin. Ev yek wê bi alîkariya Emerîka û Israîlê pêk were.
Jixwe di roja ku ev kongre li Qahîreyê destpêkir, DYA daxuyanî da û diyar kir ku rejîma Esad çekên kîmyewî li dijî sivîlan bikar anine û dê DYA yê vê yekê qebûl neke û dest bi 'çekdarkirina' muxalefetê bike.
Li gorî pîlana DYA û Israîlê, Sûriyeyê wek welat, çiqasî têk here baş dibe. Çiqasî nakokiyên şîî û Suniyan li heremê zêdetir bibin baş dibe. Çiqasî 'dewletên' Elewî, Şîî, Durzî, Xirstiyan û Kurd peyda bibin, baş dibe, Ji ber ku Israîl jî dikare xwe mîna 'dewleta Cihûyan' bide qebûlkirin.
Divê Kurd li rojava hêza xwe ya eskerî YPG xurtir û profesyonaltir bikin. Divê hemû partiyên welatparêz xwe di nava yekîtiyekê de bibînin û karibin mil bi mil heremên xwe li himberî çekdarên muxalefetê biparêzin. Divê hêzên Kurdistanî alîkariya yekîtiya Kurdên Rojava bikin. Qet nabe ku pêwendiyan bi komên çete re deynin û YPG qels bikin.
Divê PDK dev ji siyaseta paratîtiyê berde û dergehê Sêmêlika veke. Divê hêzên nêzîkî wê jî tevlî berxwedana li dijî çeteyan bibin. Tenê diyalog û lihevkirin dikare formek lihevhatinê di navbera van hêzan û PYD de peyda bike.  Li Rojava hevkariya PDK, PKK û YNK pir girîng e.
Lê di heman demê de, divê ew komikên 'Kurd', yên li gel çekdaran şerê Kurdan û YPG'ê dikin ji holê rabin. Ew komên bi navê 'Komele' û 'Yekîneya Selahaldîn' ku destê wan di xwîna Kurdan de ye, divê bên têkbirin û nema li heremên Rojava bibin xwedî hêz.
Ger ew komên xayin banga teslîmiyetê û destberdana ji çekên dijmin qebûl nekin, divê şerê wan bê kirin û ji tavhiya tabloya siyasî û eskerî ya Rojava bêtin derxistin.
Niha li Efrînê berxwedanek heye. Ev berxwerdan cihê kêfxweşiya tevahiya netewa Kurd e. Wek stratêjiya Kurdistanî, divê YPG were xurtkirin û mîna tercîh û hêza hemû Kurdan bê dîtin…