Pêngava Karwanê Zeytûnê ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Bakur û Rohilatê Sûriyê û Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin Efrînê’ ji bo çandina 732 şitilan li herêmên Firat û Cizîrê dest pê kiribû, bi dawî bû.
Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Firatê, di 5’ê Sibatê de, bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin Efrînê’ pêngava Karwanê Zeytûnê dabû destpêkirin. Pêngavê 7 rojan dewam kir û li tevahiya bajarok, bajar û gundewarên di navbera çemên Dîcle û Firatê de belav bû.
Îro pêngava Karwanê Zeytûnê bi daxuyaniyekê ku li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hate dayîn, bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriye, Zubêr Zênal û serokê Yekitiya Rewşenbîrên Rojava Welîd Bekir ve hat xwendin. Gelek rewşenbîr tev li daxuyaniyê bûn.
Li meydanên giştî, dibistan û malan
Li ser rewşenbîran, herdu berdevkan got, pêngav di 5’ê Sibatê de ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan a kantona Kobanê ya herêma Firatê dest pê kir û wiha dewam kir: “Piştre berê xwe da Goristana Şehîdan û kulîlk wek bibîranîn danîn ser gorên şehîdan. Darên Zeytûnê li qadên giştî yên Kobanê, dibistan û li malan hatin belavkirin û çandin.”
Rewşenbîran got, heta ku karwan gihişt navçeya Girê Spî, 366 şitlên Zeytûnê hatine danîn û daxiyaniya xwe wiha dewam kir: “Di 7’ê Sibatê de ji Meydana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Karwanê Zeytûnê rêça xwe dest pê kir û ber bi meydanên dibistanan, park û meydanên giştî ve çû. Rêya xwe ta gund, bajarokên Serêkaniyê û Goristana Şehîd Rustem Cûdî domand. Piştre bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê, Til Temir û bajarê Hesekê karwan dewam kir.”
Ji Dêrikê heta bi Qamişlo
Li Amûdê 10’ê Sibatê, ji Meydana Jina Azad karwan bi rê ket û berê xwe da Goristana Şehîdan û kulîlk danîn goristanê. Piştre çi kirine jî xwediyên înîsiytîfê wiha rave dikin: “Piştre pêngav ber bi Parka Şehîdan a Sînemaya Amûdê, Parka Jinan û hin dibistanan û malan ve dewam kir. Her wiha şitil li parka zanîngehê hatin danîn û hin li malên taxa El-Hilêliyê, gundê Hîmo, Dêra Pîroz a Febroniya jî hatin belavkirin û çandin.”
Di çarçoveta projeyê de 11’ê Sibatê de li gundê Eyn Dîwer ê li ser keviya çemê Dîcleyê jî şitlên zeytûnan hatin danîn û karwên berê xwe da Dêrikê: “Di destpêkê de ji Navenda Çand û Huner a bajêr, hin dibistan û parkên giştî û Navenda Malbatên Şehîdan dest pê kir. Her wiha li ser rêya di navbera Dêrik û Qamilşo de heta navçeyên Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa û Tirbespiyê jî çandina darên zeytûnan dirêj kir.
366 li Firatê 366 li Cizîrê
Di 12’ê Sibatê de jî karwan ji Parka Xwendinê ya Qamişlo dest pê kir, kulîlk li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin danîn. Li taxa Meyselûn û malên derdora goristanê dar hatin belavkirin. Li wir karwan kar û pêngava xwe bi çandina 732 darên zeytûnê bi dawî kir. 366 dar li herêma Firatê û 366 jî li herêma Cizîrê hatin çandin.”
Di daxuyaniyê de kesên ku tev li xebata pêngavê bûne herî dawî got, “Hemleya me ji bo her dilopek xwîn ji bo Efrînê hatiye rijandin û ji bo her libek zeytûnê ku lê destdirêjî hatiye kirin, dest pê kir. Pêngava Karwanê Zeytûnê wek erkeke ku nasmeya Efrînê li hemû xaka Rojava ye. Ji bo dilsoziya bi şehîdan re û dewama ruhê berxwedanê, geşkirina çanda bi xakê re, ji bo pîroziya Zeytûnê di hişê her kurdekî/ê de ye, wek yekbûneke ruhê berxwedanê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.”
ANHA / QAMIŞLO