Artêşa Tirk li ser sînora gundê Sorkê ya girêdayî navçeya Recoya Efrînê dest bi lêkirina ‘dîwarê şermê’ kir. Li hember îhlalkirina sînor gelê Efrînê bi rojaye li ser sînor li ber xwe dide. Di encama mudexeleya leşkeran ya li ser sînor bi dehan welatî birîndar bûn. Ligel hewa û barana ku lêdike gelê Efrînê herikîn gundê Sorkê.  Leşkeran gule li ser gel reşandine û di encama êrîşa leşkeran de sivîlek birîndar bûye. 


 ANHA / EFRÎN