Romana kurdî her diçe dewlemend dibe. ‘Berxwedana Elektropola’ navê berhema nivîskarê hêja Mervan Serhildan e û rengeke din da ya romana kurdî.
Birêz Mervan sala 1958 an li navçeya Şemraxê tê dunê, dibistana seretayî û navîn li bajarê xwe, lîseye jî li Edenê diqedîne. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegerî û ragihandinê dixwîne. Dema 12ê îlonê de tê girtin û bi cezayê darvekirinê tê darezandin, dûre tê berdan. Di perwerdeya mamostetiya kurdî re jî derbas dibe. Bi salan di Azadiya welat de dinivisîne. “Berxwedana Elektropola” romana wî ya yekem e.
Êşkence û xwînxwariya li zîndanên li Kurdistanê bi wê cinawiriya ji hiş û mejiyan der zîndanên Saygon û qampên civandinê yên Naziyan di siya xwe de hîştiye. Li ser vê hovitiya li zîndanan bi dehan pirtûk, roman û gotar hatin nivisandin Ev romana Berxwedana Elektropola“ jî vê hovitiyê bi rengekî din li ber çavan radixîne.
Roman bi kurdiyeke gelek zelal û vegotineke herikbar hatiye nivisandin, cih bi cî ne tenê ketiye nava hestên goriyan, ew giyan û psikolojiya psikopat ya êşkencekaran jî li ber çavan raxistiye,
Mijara Romanê:
Celadet ne miroveke polîtîk û aktîf e, lê dîsa jî bi teve çend hevalên xwe li ber pêla girtinên dema 12 ên îlonê dikeve. Dagirkerên tirk xwerû jî di wê demê de berê mirov digirtin, li pey jî li tewan û sûçekî digeryan ku têkin stûyê girtiyan û bi wan bidin pejirandin, wek îfadeyên wan bi wan bidin îmzakirin. Celadet tu tiştekî napejirîne, her daxwaziyên wan red dike, lê ji ber êşkenceyan tê ber xala dînbûnê, psîkolojiya wî tevlihev dibe. Dema tê berdan jî tevê refên şerwanan dibe û azadiya çiyan diçêştîne.
Mirov dema romanê dixwîne, bi xwe jî ew rojana nedîtibe jî, xweber wan rojan dijî, wek Celadet li dijê vê dewlet û pergala wek robotên elektronîk, di berxwedanê de dipije, dibe wek dijberê vê pergalê, mîna Elektropla êşkencekaran diteqîne. Di wê dema êşkencê de hestên hêvî dagirtî û yên li ber têkçûnê, guman, û daxwazên mirinê, nefrete li dij mirovahiyê hemûyan li gel hev dijî.
Çend Hevok
Di dema êşkencê de rewşa giyanê:„Xof û tirsê da ser. Pêlek ricifokê mîna pêlên bahrê ji serê tiliyê lingê wî heta porê qota serî pê girt û hejand. Rû: 43“
„Vê (ev) derê zîndana pergala kolonyalîst e. Bext û bawerî tuneye... Her kes xwediyê reng û rûmeta xwe ye. Rû: 96“
„...Dewletên ku pirtûkan xeternak dibînin û qedexe dikin, stêrka wan ne pir bilind e. Rû :167“
Li pey êşkenceyên direj û şikestina anorê rewşa giyana berxwedêr wiha vedinivîse: „Xwebaweriya wî, biryardariya wî ya li dij pergalê, agirê azadî û demokrasiya dilê wî gav bi gav diçilmisî, diçewisî û vedimirî. Rû: 196“
Dema mirov van rêzan dixwîne, girtina dilê azad tê bîra mirov û giyan li mirovan teng dibe: „Sê aliyên hucreyê dîwarê kor û sar bûn. Hêla mayî jî deriyekî zingarî, reş û tarî. Rû: 218“
„Her ku dengê elektronîkê dihatê, di nava zîndanê de xwe ji nû ve hepis dikir û dixist zîndana dudyan, ji dil jî te digot qey, di tixubên mejiyê xwe de zîndaneke din saz kiriye. Rû :343“
Hevoka dawiyê: „Dan dû Emer; di nav newal û nezarên herêmê re û di nav dar û deviyan re wekî bazan ji ber çavan wenda bûn. Rû: 440“
Nasnama Berhemê:
Navê Berhemê: Berxwedana Elektropola
Niviskar: Mervan Serhildan
Berg: Li ser zemîneke spî kesekî di zîndanê de li pişt şirtên hesinî bi aram dinêre.
Weşand: Berbang Stenbol, 2015.
Bi giştî 440 rûpel e.