Bajarê Heleb duyemîn bajarê Sûriyê yê mezine ku nifûsa wê 4 milyone û yekemîn bajarê ku Kurd zêde lê dijîne. Li gor agahiyên şeredasriya bajarê Helebê ya sala 2007'an de li Helebê 600 hezar kurd dijîn. Ev jî tê weteya ku ji sedî  25 şêniyên Helebê Kurdin. Piraniya Kurdan li taxên weke Şêx Meqsûd, Eşerfiyê, Bustan Başa û Cebel Newroz niştecihin.

Lê bi destpêka pevçûnê di navbêra Artêşa Hur û rêjîma Sûriyeyê de gelek taxên Helebê koçber bûn. Ji van taxên koçberî jê çêbû Bustan Başa û Cebel Newroz a girêdayî taxa Heyderiyê jî hebûn. Kurdên li taxên din yên weke Kelasê, Sikerî û hrk. dijîn berê xwe dane taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.
Di 26 Comeha 2012an de gelek hewldanên Artêşa Azad û komên çete di bin navê pêxwesên rêjîmê li vê taxê hene çêbû ji bo derbasî taxên Kurdan bibin û fitîla şer dadin. Lê berxwedaniya YPG'ê û bi piştgiriya gelê Kurd komên çete û Artêşa Azad negiştin miradên xwe. Her wiha di heman demê de rêjîma Bass jî di bin navê kesên piştgiriya komên çete û artêşa azad dikin li taxê hene gelek caran berê top û tangên xwe dane taxên me Kurdan û feleketên komkujiyêna anîn serê sivîlên Kurd.
Lê di esasê xwe rêjîma Sûriyê jî û komên ku bi navê artêşa azad şer dikin, meqseda wan en ev bû. Armanca wan ya serek Kurdan bikşînin nava pataxa ku herdu alî tê de noqbûne û nema karin jê xilas dibin. Ev helwesta wan ku bi aweyekî aşkere ji her kesî ve diyare. Berxwedana Helebê ya li taxa Eşerfiyê ji aliyê YPG'ê ve hatiye nîşandan jî vê rastiyê radixê ber çavan. Ji ber hem di 26 cotmehê de, hem jî di 8 Şubatê YPG'ê bi helwesta xwe û qehermaniya ku nîşanî herdu hêzên dijberî gelê kurd daye. İsbat dike ku yekane hêza parastina netewa Kurd a Rojavayê ye.
Her çendî di eniyên şer de berxwedana YPG'ê cihê pîroziyê be jî, lê aliyê din berxwedana gelê Kurd li helebê cihê teqdîrê ye. Kurdên Helebê ne tenê li hember rêjîmê û komên çete şer dike. Kurd li Helebê li hemberî hemû şertên jiyanê, bi nebûna eletrîkê, ava vexwerinê û nanê rojê li berxwe dide.
 Ji destpêka raperînê û şoreşa gel a Rojavayê Kurdistanê, heyanî şerê dawî yê berxwedana Erşerfiyê nêzî 146 pekrewanê gelê Kurd li Helebê çê bûne. her yek ji wan pêlinên ku ber bi azadiya gelê Kurd û xweseriyê ve diçin. Bi xûna gelê Kurd û YPG' liyan li Eşerfiyê hatiye dayîn, ne tenê li Heleb. Li tevahî Rojavayê Kurdistanê misogeriya serkeftinê tîne. Şerê li Eşerfiyê weke şerê li gundê Qestel Cindû, Girzîro û Serêkaniyê xelekeke ber bi temam kirina azadiya gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê.