Di pevçûnên roja 3'ê Gulanê li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê rû dan de, 11 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di operasyona mezin a YPG'ê ya piştî êrîşê de 42 çeteyên endamên DAIŞ'ê hatin kuştin, yek jî bi saxî hatibû zevtkirin.

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamî (DAIŞ) bi hêzeke ji hezaran kesî û tankan re roja 3'ê Gulanê êrîşî Girê Sêvê yê li başûrê Kobanê kirin û di pevçûnên du rojan de 11 şervanên YPG û YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ'ê bi hijmareke mezin a çeteyan, 4 tank û çekên giran êrîşî Girê Sêvê yê li gundê Sebet ê di bin kontrola YPG'ê de kiribû.
Navenda Ragihandina YPG’ê ya Kobanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG’ê şeva din saet di 01.00’an de li başûrê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê “çalakiya dilsoziya bi Şehîdên Girê Sêvê (Girê Şehîd Xabûr) re” li dar xistiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 36 çete hatine kuştin, yek bi saxî hatiye girtin û cenazeyê 4 çeteyan ketine destê YPG’ê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin û ev cebilxane jî wiha hatin rêzkirin: “9 Kelaşînkof, 48 carcor, 2 BKC, doçkayek 14.5 tevî tirimpêla wê, dockayek 23 tevî tirimpêla wê, çekeke RPG, 7 guleyên wê, kemerek teqemeniyê, dûrbînek şevê, 500 guleyên kelaşnîkof,  hezar guleyên BKC, 368 guleyên docka 23, 196 guleyên pêşketî yên doçka 23 û 6 sindoqên doçka.”
YPG'ê çekên desteser kir nîşanî çapemeniyê da û ragihand ku çeteyan piştî windahiyên giran dan, neçar man xwe vekişînin.
Navenda çapemeniyê, bi daxuyaniyek cuda, destnîşan kir ku îro jî li gudê Bîrkino, Cilbê û Girê Sor ên li rojhilatê Kobanê jî bi çeteyên ku êrîş pêk anîn re şer derketiye. Navenda çapemeniyê ragihandin ku di encama şer de, li Bîrkino çeteyek, li gundên Cilbê û Girê Sor jî 6 çete hatine kuştin, her wiha li Bîrkino 2 wesayît hatin ruxandin.

Nasnameya 11 şervanan aşkere bû

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel di malpera xwe ya fermî de nasnameyên 11 şervanên xwe ku di hemleya bersivdayînê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin. Li gor daxuyaniyê endamên YPG'ê û YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dane ev in:  Hêlîn Kobanê,  Rengîn Ebdellah (Rengîn Tolhildan), Rojîn Nebo (Rojîn Zap),  Cîhan Mihemed (Zelal Berxwedan), Ehmed Elî Îbiş, Mihemed Oso, Mihemed Rimo, Mihemed Elî Şêx Mihemed (Botan Berxbotan), Nîdal Behadîn
(Xabûr Çiya), Xaşman Îsmaîl (Dozvan Kobanê)

Kobaniyan sersaxiya malbatên têkoşeran kirin

Bi sedan welatiyên herêma kobanê ji bo sersaxiya malbatên berxwedêrên ku li Girê “Şehîd Xabûr” jiyana xwe ji dest dabûn, serdana Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kirin.
Bi armanca sersaxiya malbatên şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku li Girê Şehîd Xabûr (Girê Sêvê) bi sedana welatiyan berê xwe dan Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê. Li vir welatiyan wêneyên têkoşer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir û durişmeyên dilsoziya bi şehîdên Rojava re qîriyan.  Her wiha di merasîmên sersaxiyê de gelek şandeyên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civaka sivîl û endamên meclîsên gel ên herêmê beşdar bûn.
Di merasîma sersaxiyê de Endamê  Saziya  Malbatên Şehîdan a herêmê Faris Etî derbarê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê de li hemberî çeteyan ku ji sê aliyan ve êrîşî herêmê dikin, axivî.
Etî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanc ji êrîşên çeteyan li dijî Rojava ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.” Etî diyar kir ku ew ê heta dawî li ser riya şehîdên xwe berxwedana xwe bidomînin.

 ANHA/KOBANÊ