Berxwedana Heftenînê bêhempa ye
Gerîlayên HPG'ê li Heftenînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Gerîllayan got, "Propagandaya dijmin dike ji rastiyê dûr e. Divê gel jî bi çalakiyên xwe piştgirê gerîlla be."
KAWA TOLHILDAN
BEHDÎNAN
Li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrişan dewam dike. Gerîla Ferman Memyan û Hemze Oxir li ser berxwedana Heftanînê axivîn.
Gerîla Ferman Memyan diyar kir ku li Heftenînê li dijî dewleta Tirk berxwedaneke mezin heye û got, "Propagandayên ku dijmin heta niha kiriye, ji rastiyê dûr e. Li Heftenînê tiştek bi ser nexistine, berevajî; gelek kuştiyên wan hene.
Li her devera ku dixwazin bi pêş ve biçin li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla dikevin. Bila her kes zanibe, gerîla heta niha dest ji ti cihî bernedaye û wê bernede. Ketina nava Heftenînê wê welê ne hêsan be. Ev devera mîna bihuştê ya Kurdistanê wê ji bo wan bibe dojeh."
Gerîla Ferman Memyan da xuyakirin ku leşkerên Tirk tengav bûne û têkildarî rewşa psîkolojîk a leşkeran got, "Dewleta Tirk li gel teknîka xwe jî li pêşberî rê û rêbazên gerîla nikare encamê werbigire. Leşkerên li herêmê hatine bicihkirin nikarin bi rehetî tevbigerin, hemû bûne hedefa gerîla. Rast e, li hin cihan bi cih bûne, lê belê gerîla ji wan deveran venekişiya ye. Gerîla li herêmê timî li dijî leşkeran çalakiyan dikin. Ev yek dibe tirsek û dikeve dilê leşkeran."
Divê gel piştgirê gerîlla be
Gerîlla Hemze Oxir jî bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir bi taybetî gelê Başûr û got, "Bi taybetî gelê me yê li Başûr divê nerazîbûneke xurtir li dijî êrişên dagirkeriyê nîşan bide. Çawa ku gerîla li çiyê şer dike, gel jî ji bo piştgiriya gerîla divê li bajaran, li deştê çalakiyan bike û heta dagirkerî biqede li ber xwe bide. Ji ber ku dem dema şerê gel ê şoreşgerî ye.
Gelê me bi karakterê dewleta Tirk baş zane. Dewleta Tirk bi salane dijminatiyê li Kurdan dike. Li çar parçeyên Kurdistanê êrişê dibe ser Kurdan. Ji ber vê yekê divê her kes bibîne ku dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK'ê ye. Ji bo me gerîlayên HPG'ê, berjewendiyên gelê me di ser her tiştî re ye. Em ê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li tevahiya Kurdistanê bînin, ne tenê ya li Heftenînê."