Di daxuyaniya navendê de hat diyarkirin ku li eniya başûr jî pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin û hat gotin: "Di şer û pevçûnên hefteyekê yên ji ber êrîşa çeteyan de, ji bilî encamên ne diyar ên 17 çalakî û çalakiyan, 232 çete hatine kuştin. 4 tank, 7 jê bi doçka giştî 20 wesaît, 7 doçka û hawanek a çeteyan hatine rûxandin. 17 çeka klêş, 2 çeka M16, 1 topa hawanê, 1 çeka BKC, 1 bombeavêja B7, 1 dûrbîn û 7 rextê çeteyan jî hatiye desteserkirin." YPG'ê da xuyakirin ku di şerê hefteyekê de bi giştî 32 şervanên YPG/YPJ'ê 'di encama berxwedaneke lehengî û fedaî de' jiyana xwe ji dest dane.
Li Serêkaniyê şer
Di dewama daxuyaniyê de der heqê şer û pevçûnên li Serêkaniyê de jî agahî hatin dayîn: "Di êvara 21'ê Îlonê de hêzên me li ser herêmên Rawya, Dehma û Mebruka yên li başûrê Serêkaniyê operasyonek destpêkirin. Di operasyonê de hêzên me beşêk mezin a bajarokê Mebruka ji çeteyan azadkirin û operasyon bi awayekî serketî berdewam dike. Di der barê operasyon û encamê vî de piştra ji rayagiştî re agahiyên berfireh werê parvekirin. Roja 21'ê Îlonê çeteyan DAIŞê xwestin li dijî navçeya Rabîa ya girêdayî Mûsil êrîşek lidar bixin. Êrîşên çeteyan hat astengkirin. Di pevçûnan de 10 çete hatin kuştin. Di şer de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."
NAVENDA NÛÇEYAN