OZGUR PAKSOY / MA/AMED

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, ji bo çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven got, Guven çalakiyek dîrokî daye dest pê kirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 7’ê Mijdarê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.

Çalakiyek dîrokiye

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, girtina Guven û çalakiya greva birçîbûnê nirxand.Ozturk, da zanîn ku Guven ne ji ber berdana xwe dest bi çalakiyek wiha kir û got: “Ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dest bi çalakiyek wiha kir. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, di rewşekê ku hatine dilgirtin de ne û dibin tecrîtê dene. Ji xwe girtina Leyla Guven jî encama tecrîta li ser Birêz Ocalan e. Ew weke berdewamiya têkoşîna jinan û kevneşopiya siyaseta Kurd, çalakiyek dîrokî daye dest pê kirin. Ev biryarek di cih de ye û em piştgiriyê didine. Lê Leyla Guven, ligel ku tu cezayekê wê jî tuneye, di girtîgehê de tê girtin. Îro ji bo siyaseta Kurd hiqûqek pir cuda bi rêve dibin. Ji ber ku Guven vê yekê qebûl nake, dest bi çalakiyê kir û ev sekin nîşan da.”