
Têkildarî Roja Kobanê ya Navneteweyî Mîre got: “Min bi serbilindî sala derbasbûyî ya Roja Kobenê ya Cîhanî de peykerê xwe bir Kobanê, lê ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Girê Spî hişt ku ev peyker dereng bigihe Kobanê.”
Zîrek Mîre dibêje; “Ev peykerê ku me çêkirî, li beramberî berxwedana Kobanê û vê rojê tiştek biçûke. Li Rojhilata Navîn jin di asta duyem de tê dîtin, lê şervanên jin li Rojavayê Kurdistanê dersek baş ya jiyanê nîşanî tevahî mirovahiyê dan. Ji ber berxwedana jinan ya bê hempa hêla ku ez peykerê bi navê Berxwedan çêbikim.”
SILÊMANÎ