Meclîsa Jinan a Ronahî a bajarê Elmanya Mannheimê, bi rasthatina 25 Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê roja şemiyê êvarê li pêşiya gara trênan a navendî çalakiyek li dar xist.

Meclîsê li dijî şideta li dijî jinê û qirkirina jinê belavok belavkirin û axaftin kirin. Di axaftinan de çşaret bi berxwedana jinên KUrd li dijî AKP û DAIŞ´ê hat kirin û hat gotin, “Em vekî jinên Kurd  bi vê rasthatinê ji bo hemû kesên bindest, em ê têkoşîna xwe bê navber dewam bikin”. 


 MANNHEIM