Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bal hat kişandin ser îdeolojiya rizgariya jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd hat destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di nava şert û mercên roja îro de, ne tenê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pirsgirêkên li gelemperiya cîhanê bi sîstemek demokratîk a azadîparêziya jinê re dikarin bên çareserkirin. Rêber Apo vebijarkek bi vî rengî ya çareseriyê daniye pêşiya gelên me. Tevgera Azadiya Jinê, ji vê vebijarkê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bixe meriyetê xwe bi rêxistin dike û têdikoşe. Jinên Kurd bi rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe re, ji bo bicihkirina jiyana azad û demokratîk li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, pêşengiyê dikin.”


Pêşengî mafê jinên Kurd e

KCK’ê destnîşan kir, ku jinên Kurd bi berdêlên dayî re, pêşengiya jiyana demokratîk û azad heq kirine û wiha dewam kir: “Ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê her sale tê wateya saleke têkoşînê ya ji nirxên nû. Ev yek jî ruhê azadiyê û hêza têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Jinê mezin dike. Serdema bihurî, hem ji bo gelê Kured hem jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê bû sedemeke têkoşîna xwerêveberiyê û bidestxistina jiyana demokratîk û azad. Di berxwedanên xwerêveberiyê de jî fedaîtiya jinê derketiye pêş û ji berxwedanên xwerêveberiyê re bûne nirxê bingehîn ê moralê. Li Silopiayyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, dayika Taybet; li Cizîrê Derya, Berjîn, Sûltan û hînê gelek jinên din weke berxwedêrên xwerêveberiyê şehîd ketin û israra gelê Kurd a di jiyana azad de nîşan dan. Ev şehîdên me dane ser şopa Sarayan, Zîlanan, Bêrîtanan, Nûdayan, Çîçekan, Şîlanan, Viyanan, Sorxwînan, Arîn Mîrkanan û ji niha ve berxwedanên xwerêveberiyê bi ser xistine. Berxwedana bi ruhê azadiyê yê jinên Kurd afiriye, nepêkane têk biçe. Van berxwedêrên me yên jin, canê xwe feda kirin û bûn garantî û ruhê jiyana demokratîk û azad.”

KCK’ê diyar kir, mêtîngeriya qirkirinê ya li Kurdistanê dewam dike, bi taybetî têkoşîna jinê hedef digire û destnîşan kir, ku teşhîrkirina bedena Ekîn Wan a di sala 2015’an de hat qetilkirin nîşan dide, ku mêtîngeriya qirkirina çandê çiqasî ji jinên Kurd ditirse.


Pêşengên Rojhilata Navîn a Azad

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bibîr xist, ku jinan îsal berdêlên giran dane û ev peyam da: “Îsal jinan berdêlên giran da. Herî zêde jin xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketin. Xwerêveberî tê wateya destnîşankirina vîna jinê û xurtkirina xwe bi xwe ye. Xwerêveberî tê wateya bi ser xistina têkoşîna azadiya jinê. Navendîbûn çiqasî sîstemeke bi serdestiya mêr be, xwerêveberî û demokrasiya xwecihî jî ewqasî sîstemeke azadîparêziya jinê, sîstema ji hêza jinê ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û li ser bingeha azadiya jinê azadiya civakî pêk bînin. Em bang dilkin, ku bi têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo re Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad pêk bînin û li ser vê bingehê di ruhê azadiyê yê jinê de ji têkoşîna xwe gihandina jiyana azad û demokratîk a Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin.” 


 ANF/BEHDÎNAN  




Li Beyrûtê Şahiya 8’ê Adarê


Weqfa Newroz a Çanda Civakî  ya li Beyrûtê, bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên cîhanê, şahiyek orgenîze kir. Salona şahiyê bi wêneyên têkoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û YPJ’ê hatibû xemilandin. Di şahiyê de stran, şano û semayên folklora Kurdî ji aliyê koma hunera Welat Roj, koma Şehîd Sare, koma Şehîd Arîn û koma Şehîd Zorava hatin pêşkêş kirin. Her di şahiyê de gelek helbest jî hatin xwendin.

Şahî bi durişmeyên silavkirina xebata jinan, her wiha silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşa Rojava û berxwedana Bakurê Kurdistanê, bi dawî bû.



ŞERVAN EZO/ANHA/BEYRÛT