Piştî ku berxwedana gelê Kobanê ya li ser sînor kir ku eskerên Tirk bi paş ve gavê bavêjin,  Kobaniyan ragihand ku çalakiya wan bi dawî bûye. Endamê Komîteya Çalakiyên Sînor û di heman demê de Hevserokê TEV-DEM´ê li Kantona Kobanê Ehmed Şêxo got, berxwedana xelkê Kobanê kir ku artêşa Tirk vekişe.
Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina dagirkeriya artêşa Tirk li ser axa Kobanê û şermezarkirina avakirina dîwarê şermê di navbera sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de li ser sînor çalakiya nobet û berxwedanê dabûn destpêkirin. Çalakiya şêniyan li ser sînor 10 rojan dewam kir. Eskerên Tirk li hember berxwedana gelê Kobanê neçar ma ku vekişin û dîwarê şermê li ser erdên xwe ava bikin. Piştî ku berxwedan bi ser ket, şêniyên Kobanê ragihandin ku ew çalakiya xwe bi dawî dikin.


Welatî çûn sersaxiya malbatên şehîdên berxwedanê

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim spasiya sekna lehengane ya şêniyên Kobanê ya li  hemberî hewldanên dagirkeriyê silav kir û got, bi berxwedanê artêşa Tirk vekişiya.
Beriya hingê dewleta Tirk dîwar 40-50 metroyan di hundirê erda Rojava de ev dîwar lê dikir. Li aliyê Rojava Komîeteyek wê ji bo ku dîwar li ser erda Rojava neyê lêkirin, deverê bişopîne.
Piştî ku welatiyan çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kir, berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo herdu zarokên ku di êrişa eskerên Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn.


Çalakiyan zor li Tirkiyeyê kir

Endamê Komîteya Çalakiyên Sînor û di heman demê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kantona Kobanê Ehmed Şêxo li ser mijarê got, berxwedana gel a li ser sînor Tirkiye neçar kir ku planên xwe biguherîne.
Ehmed Şêxo got, “Piştî berxwedana Gelê Kobanê ya 10 rojan a li ser sînor li dijî eskerên Tirk, esker neçar man ku vekişin û pilanên xwe yên lêkirina dîwar li ser sînor biguherînin."
Şêxo diyar kir ku leşkerên Tirk dixwastin li gor pilanên xwe derdora 40-50 metroyan ji erdê Kobanê bibin û dîwar li ser wê ava bikin û wiha dewam kir: "Wan dixwest bi vê yekê destên xwe biavêjin, ser erdên Kobanê lê ji ber berxwedana gelê Kobanê ya li ser sînor, ew neçar man ku gelek gavan paşve biavêjin. Ew ê li şûna wê, tenê 8 metroyan li gorî qanûnên navneteweyî bibin.”


Çalakiyan hedê wan nîşanî wan da

Şêxo axaftina xwe wiha domand: "Ev çalakiya xwedî roleke mezin bû. Ji ber ku  ev cara yekemîn e ku dewleta Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê,  plana xwe diguherîne. Ne ku wekî wê xwestî hatiye meşandin. Wan dixwest di navbera xeta tirênê û dîwar de herî  kêm 40 metro hebin, lê ji ber berxwedanê, ew ê tenê 8 metrpyan piştî xeta tirênê diwêr bibin, ew jî wekî heremên xetê li gor pîvan û qanûnên navneteweyî ye û ew ji îro û şûn ve nikarin yek santîmetroyî ber bi axa Kobanê ve herin”.
Hevserokê TEV-DEM a Kobanê, Ehmed Şêxo bal kişand ser berxwedana gelê Kobanê û got, "Gelek caran Kobaniyan mohra xwe li binê dîrokê danîne, di destpêka şoreşa 19’ê tîrmehê de û di şikandina DAIŞ’ê li Kobanê de bi saya berxwedana gelê wê. Niha Kobanî li ser sînor li hember kiriyarên Tirkiyeyê bi ser ketin."
Ehmed Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rihê berxwedanê yê li gel Kobaniyan cihê rêzgirtinê ye. Her kes dixwaze ku ji Kobaniyan fêrî berxwedanê bibe."


 KOBANÊ