Rayedarên Akademiya Viyan Amara ya Kobanê diyar kirin ku amadekariya pirtûkekê dikin ku berxwedan û dîroka Kobanê ravedike binivîsin. Amadekirina pirtûkê dê di qonxan re bê kirin, Di qonaxa yekem de dê arşîv bê berhevkirin û çavanî bêne destnîşankirin.
Ev jî wê li gorî xalên jêr pêk were:
* Dê agahî ji fermdarên di hemû ebiyên parastinêbûn bêne girtin û berxwedana hatiye destnîşankirin vebêjin.
* Hevdîtin bi hin şervanan re bê kirin û dê behsa şer û serpêhatiyên di dema şer de bikin.
* Dê hevdîtin bi şervanên birîndar re bê kirin.
* Sivîlên di dema êrîşan de Kobanê terik ne kirin dê şahidiya xwe ya bûyeran vebêjin.
* Dê agahî ji Koçberên Kobanê û tişta jiyan kirin bê girtin.
Di qonaxa duyemîn jî dê fikreya çawa nivîsandin bê destpêkirin û rêzkirina agahiyan dê bê kirin. Têkildarî mijarê Endama Rêveber a Akademiya Viyan Amara Aras Hiso axivî û got ku rêveberiya Akademiyê biryar dan berxwedana Kobanê ku bû berxwedana hemû mirovahiyê bikin kîtab. Hiso, da zanîn ku erka wan e ku berxwedana bi rumet binivîsin û dewrî nifşên pêşerojê bikin.
Hiso, di dawiya axaftina da xuyankirin ku wan hîn biryara çawaniya nivîsandina pirtûkê û rêzkirina wê ne dane.
ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/KOBANÊ