Gelê kurd 18 Adarê bi berxwedana Amedê û Stenbolê dirokekê nû nivîsand. Piştî ku AKP’ê pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir, gelê kurd li hemberî ve biryarê dengê xwe bilind kir û daket qadan. 18 Adarê serê sibê li Amedê hemû bajar ji aliyê hêzen dewletê ve hatibûn dorpêçkirin, lê disa jî gelê kurd qedexe nas nekir û daket kolanan. Li hemû bajar şer û tekoşîn hebû. Polîsan li hemberî çalakvanan bombeyên gazê û ava şid bikar anî, ev jî bes nehat dîtin û heta ji helîkopteran jî li ser gel gaz avêtin. Hêzen dewletê Şaredar, Wekîl û Hevserokên Partiyê jî nasnekirin û êrîşî wan kirin. Lê disa jî, me gel tenê berneda. Em tevî gel daketin kolanan û ber bi qada Newrozê ve meşîyan. Ji bo em bikevin qada Newrozê di navbera me û polîsan de nîqaşên mezin derket. Lê bi tekoşîn û berxwedana gel me sînor nasnekir û em heta qada Newrozê 7 km meşîyan. Bi sed hezaran gel jî bi me re ber bi qada Newrozê ve dimeşiya. Li qada Newrozê mîlyonek insan bi rengên xwe bi hevre govend digerand û sitranên xwe digot. Siloganên „azadîya birêz Abdullah Öcalan“, „kurd statuya xwe dixwazin“, „an azadî, an azadî“ digotin û bi van siloganan gel ti qedexe nasnekir. Gel bi vê yekê peyam da AKP´ê.
 Li Stenbolê jî ev berxwedan hebû. Lê belê şehîdekî me yê Newrozê çebû. 20 Adarê de li 55 navçeyan dîsa bi berxwedaneke mezin yek peyam hate dayîn. Li Êlihê (Batmanê) ez û birêz Ahmet Türk, Aysel Tugluk û Nursel Aydogan tevlî şahîya Newrozê bûn. Em gehiştin Êlihê û li hemû taxan şer destpêkir. Ji bo parastina gel em ketin pêşiya gel û ji bo ku ev êrîşên polîsan bêne sekinandin û gel karibe li qada Newrozê şahîya xwe pîroz bike me xwest bi polîsan re diyalog çêbikin. Hemû rê hatin girtin, em ketin taxê û me dest bi meşa xwe kir. Gel jî piştgirî da me û tevlî meşê bû. Bi zêdetirî 30 hezar kesî, em gehiştin pêşîya qadê. Ji taxa Koçeran û ji taxên din gel ber bi qadê ve meşiya. Ji bo ku barîqata dawiyê bê rakirin hîn me û polîsan nîqaş dikir, polîsan bi gazê û ava şit êrîşî gel kir. Ciwanan bi keviran parastina xwe dikir. Em jî di navberê de man. Piştî ku êrîşî me kirin, me xwest xwe xilas bikin, lê ji helîkopterê gaza îsotê avetin ser me. Qirka me hate girtin, me nikarîbû nefesê bistînin, me digot emê bifetisin. Em çûn devê deriyê malbatekê, me av xwest. Zarokekî bi temenê 10 salî ji me pirsî; „Hûn hevalin, an hûn polisê zivîl in?“ Me got, em hevalin, û piştî vê bersîvê av û lemon dan me. Em carekê din vegeriyan taxê, gel dîsa komî ser hev bû û carekê din em ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Lê polîsan dîsa êrîşî me kirin. Ji saet 9´ê sibê heya saet 15´an gel li berxwe da. Em bi otobusa BDP´ê li pêşiya gel derbasî qada Newrozê bûn, polîsan bi keviran êrîşî otobusa me kir û bombeyên gazê avêtin hundire otobusa me. Hundirê otobusê, hemû mij û duman bû, me tiştekî nedidît, nefesa me hate girtin û me xwest xwe xilas bikin. Pêşi Birêz Ahmet Türk derkete derve. Em hemû li pişt wî bûn û me dît polîsên ku kincê fermî li xwe kiribûn, bi kulman êrîşî birêz Ahmet Türk kirin. Ji aliyekî ve ji helîkopteran gaz diavêtin ser me, ji alîyê din ve jî bi keviran êrîşî me kirin. Ez dikarim bibêjim ku ev êrîş bi pilan hate kirin. Dewletê me hedef nîşan da û xwest tola Newroza Amedê bistîne. Paşê me rakirin nexweşxaneyê. Ji ber êrîşên wê rojê ez hîn jî bi kortizon û antîbîotîkan têm dermankirin. Ji ber êrîşa gazê ez bi jehrê ketime û pirsgirêkên min yên nefesê çebûne.
Bi berxwedana gelê me, di Newrozê de bihara kurdan dest pê kir û gelê kurd êdî ev serhildan weke roja namusê bi navkir. Gelê kurd digot „Em îro xwîna xwe jî bidin, divê em qada Newrozê ji destê dewletê derxînin...“