Nûnerê ÎHD’a Dêrsimê Bariş Yildirim diyar kir ku ji hêla leşkeran ve nêzî 2 seatan bi awayekî bêhiqûqî hatin rawestandin.  Seroka Boraya Dêrsimê Fatma Kalsen jî diyar kir ku di rojên pêş de derbarê leşkeran de serlêdana sûc dê bikin.
Gundiyên Xarika Nizamiyeya Dêrsimê ev demek dirêje li dijî çêkirina Bendava Pembelîkê di nava berxwedanê de ne. Ji bo piştgiriyê bidin gundiyan Şaredarê Pertekê Kenan Çetîn, Şaredarê Xozatê Cevdet konak, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, Nûnerê ÎHD’a DêrsimêBariş Yildirim û gelek aktîvîstên xwezayê li ber Şaredariya Dêrsimê civiyan. Girse bi wesayîtan ber bi gundê Xarikê ve bi rê ketin. Wesayît li ber qereqola cendermeyan a Daglibaxçeyê hatin rawestinadin. Leşker bi îdîaya li cihê ku biçin operasyon heye destûr neda ku biçin gund. Li ser berxwedana girseyê leşker neçar man ku destûrê bidin.
Nûnerê ÎHD’a Dêrsimê Bariş Yildirim derbarê astengkirina leşkeran de diyar kir ku bi qasî 2 seatan ji hêla leşkeran ve bi awayekî bêhiqûqî hatine rawestandin û wiha got: “Me xwest ku leşker li ser rawestandina me girteyekê bidin me. Lê girtek negirtin. Me serî li rayedarên dewletê lê tu encam me bi dest nexist. Ew çi bikin bila bikin em nahêlin ku ew dest miqalek ava me jî bidin.” Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen jî destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de li dijî leşkeran serlêdana sûc bikin.  

DÊRSIM