Ji 14’ê Hezîrana 2019’an ve li Qendîlê ciwanên welatparêz û jinên ciwan,li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi çalakiya “Mertalên Zindî” kirin e.Ciwan dibêjin Roj roja me ye.Dîrok derfetê dide me ku em karibin hêza xwe nîşan bidin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê 14’ê Hezîrana 2019’an li Qendîlê Ciwanên welatparêz û jinên ciwan dest bi çalakiya “Mertalên Zindî” kir.
Çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê 18 roj li pey xwe hişt.Çalakiya Mertalên Zindî ya li Biradostê jî destpêkiriye, di roja 9’emîn de didome. Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Soran serdana çalakgerên li Bradostê kirin û piştgirî dan wan.
Rojane serdanên piştgiriyê ji bo çalakiya ciwanan çêdibin. Doh du pêşmergeyên Dêrîn yên herêma Soranê bi armanca piştgiriyê serdana çalakgerên mertalên zindî yên li Biradostê kirin.Mertalên Zindî pêşmergeyên Dêrîn germ pêşwazî kirin û rakirina sembolan peyama li dijî dagirkeriyê nîşan dan.
Pêşmergeyên Dêrîn ji bo bilindkirina çalakiya Mertalên Zindî ya li Bradost banga xwedî derketinê kirin. Mergalên Zindî jî diyar kirin wan hêz û moral ji serdana pêşmergeyên dêrîn girtine.Heya niha piştgiriya herî xurt a ji bo çalakiya mertalên zindî ji pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê çêbûye. Pêşmergeyên Dêrîn ên Raperîn, Silêmanî û Germiyanê li Qendîlê serdana mertalên zindî kirin û helwest li dijî dagirkeriyê dan nîşan.
Her roj jin û zarokan dikuje
Çalakiya mertalê zindî ya li Qendîlê jî bi biryardarî dewam dike. Endamên Tevgera Jinan a Ciwan ên tevlî çalakiyê bûne êrişa dewleta Tirk a li Kortekê şermezar kirin û ji bo mezinkirina çalakiya Mertalên Zindî bang kirin.Ji çalakgeran Canda Efrîn balkişand ser armanca dewleta Tirk ya dagirkirina Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe ferz bike, ji aliyê fîzîkî û cografî ve qirkirinê bike. Di bin navê PKK’ê de her roj jin û zarokan dikuje.Divê em li pêşberî van nêzîkatiyan bêdeng nemînin û tola şehîdên Kortekê hilînin.”
Roj roja me ye
Avesta Xabûr jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya provokasyonan hewl dide gel ji cîh û warên wan derxin û got, “Bi rêya van êrişan xwestin ku gel bitirsînin. Lê belê gel li dij derket û nîşan da ku PKK gel e, gel jî PKK ye.Em ji Kerkûk, Silêmanî, Germiyan û Raperînê tevlî çalakiyê bûne.Armanca me ew e ku bi yek dengî, dagirkeriyê têk bibin.Roj roja me ye.Dîrok derfetê dide me ku em karibin hêza xwe nîşan bidin. Ji bo xurtkirina berxwedana me em bang li ciwanan hemûyan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Ev çalakî wê bibe bersiva herî mezin a li dijî dijmin. Bêdengî tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê.”
BIRADOST