Li welatên Skandînavyayê siyaseta darvekirinê ya Îranê hat şermezarkirin. Şemiya bihurî li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyan hem Îran hat şermezarkirin û hem jî şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn. Bi heman rengî li paytexta Norwêcê Osloyê jî çalakî hatin lidarxistin û bi şanoyeke kolanê jî siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê li bi raya giştî ya vî welatî hat danîşan.  

Şehîdên 9’ê Gulanê yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin, li gelek welatên Ewrûpayê ji aliyê Kurdistaniyan ve tên bibîranîn û siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê tê şermezarkirin. 13’ê Gulanê li paytexta Swêdê Stockholmê, bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Jinên Azad a Rojhilata Kurdistanê (KJAR), bi armanca bibîranîna şehîdên 9’ê Gûlanê, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan meşek hat lidarxistin.

Meşê saet 13:00’an li Humlegardenê dest pê kir û heta Mynttorget dewam kir. Di çalakiyê de siyaseta îdam û binçavkirina çalakvanên siyasî û medenî li Îranê hat şermezar kirin.

Çalakî li Mynttorget bi xulekek bêdengî û marşa neteweyî dest pê kir û piştre PJAK û KJAR´ê peyamên xwe xwendin.

Partiya Gel a Belûcistanê û Konseya Piştgîrî li Têkoşîna Azadîxwaziya Gelên Îranê jî beşdarî çalakiyê bûn û peyamên xwe yên ji bo bîranîna şehîdên sêdarê xwendin.Nivîskar û çalakvanê siyasî Behram Rehmanî jî di çalakiyê de axaftinek kir û bidarvekirina endamên PJAK´ê şermezar kir.

Peyama Grûpa Xaweran (Komela Çalakvanên Dijî Îdamê) jî hat xwendin. Herwiha Platforma Zagros, Ciwanên Zagros, Platforma Yarsan û çend çalakvanên siyasî û medenî yên Kurd û Îranî tevlî çalakiyê bûn.

Hûnermendê Kurd Ferîborz Fexarî jî ji bo bîranîna şehîdên sêdarê di çalakiyê de stranek got.

Bi şanoyê rejîma Îranê rûreş kirin

Bi pêşangiya PJAK´ê doh êvarê li paytexta Norwêcê Osloyê merasîma bîranîna şehîdên 9’ê Gulanê hat lidarxistin. 

Kurdistaniyan li paytexta Norveçê Osloyê şehîdên 9’ê Gulanê Ferzad, Şîrîn, Elî, Ferhad û Mehdî bi çalakiyekê bi bîr anîn. Çalakî bi pêşeniya PJAK’ê hate lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de dirûşmên li dijî siyaseta Îranê hatin gotin. Peyama ciwanan ya ji bo bîranînê jî hat xwendin.

Kurdistaniyan piştgiriya madî ya dewleta Norwêcê ya ji Îranê re şermezar kir.  Siyaseta darvekirinê ya Xameneyî, Erdogan û Ebubekir Bexdadî ya qetilkirina Kurdan bi şêweyekî şano hate nîşandan.

Ev şanoya dîmenî ya her sê dîkdatoran bala Norwêciyan kişand ser xwe û elaqeyeke mezin dît.

Di dewama çalakiyê de beşdaran peyama dayika şehîd Ferzad  kemanger xwendin û helbesta Şêrko Bêkes ya ji bo Şîrîn, Ferzad û hevalên wan nivîsîbû, hat xwendin. Di dawiya çalakiyan de stranên li ser bîranînê hatin xwendin. Çalakî bi gotina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû. 



 ROJNEWS / STOCKHOLM - OSLO